DAIŞ rêxistina Fermana Reş, PDK jî ya Fermana Spî ye!

Êzdîn Şengalî Gef û êrîşên li ser civaka êzidî û stargeha wê ya pîroz Çiyayê Şengalê ji dîrokê heya roja me ya îro berdewam dike....

Jîna Emîne û Dîktatoriya Îranê

Polîsên rejîma Îranê yên bi navê Îrşad (Polîsên Exlaq) keça kurd Jîna Emînî bi roj li ber çavên her kesî kuşt. Jîna Emîniyê zanîngeh qezenc...

Duşem - 26 Ilon 2022

Şandeya Rêveberiya Xweser bi Macron re civiya

Navenda Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku heyeta MSD'ê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kiriye

Navenda Nûçeyan |

Şandeya ku ji Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif pêk dihat di 19’ê Tîrmehê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya. Ragihandina Rêveberiya Xweser diyar kir ku di hevdîtinê de gelek mijar hatin nîqaşkirin. Aloziya Sûriyeyê, awayên çareserkirineke aştiyane û demokratîk li gorî biryarên navneteweyî ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike, niqaş kirine.

Di heman demê de rewşa îdarî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girîngiya vê modêla demokratîk û encamên wê yên pêşerojê yên di nava Sûriyeya demokratîk û yekgirtî de û dîsa rewşa aborî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û encamên ambargoya li ser hatiye ferzkirin û girtina dergehên sînorî nîqaş kirin.

Şandeya ku bi Macron re civiya behsa rewşa ewlehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên dawî yên şerê li dijî DAIŞ`ê kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar