Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Saziyên jinan

Hingî ku Jin tv derbasî weşana nû bûye, em jî bi ekîba xwe re êdî bajar bi bajar digerin û saziyên jinan û rêxistinên jinan didin nasandin. Ji înîsiyatîfan bigire heya komîn, meclis û siwanan, jin bi xwe qala kar û xebatên xwe dikin.

Ev çend beş in em dikişînin lê belê min dît ku jin çiqas bi hezkirin, bi moralek bilind û kefxweşî di nav wan saziyan de cihê xwe digirin û xebatên xwe dimeşînin.

Her deverê ku em diçin, em bi rûkenî tên pêşvazîkirin. Her çiqas em bêjin kelecaniyê nekin jî, beriya em bi hevpeyvîn û bernameya xwe destpê bikin, dîsa jî kelecanek di nav jinan de çêdibe.

Çiqas bername 45 deqe were weşandin jî, em her deverê ku diçin bi saetan dimînin heya me bernameya xwe qedand. Beriya em dest bi kişandina bernameyê bikin, em bi hevre rûdinin û diaxivin, hev nas dikin, ev behsa xwe dikin ez guhdar dikim.

Jinên ku di nav wan kar û xebatan da cihê xwe digirin bi salan e kedeke mezin didin. Yek caran rexneyan jî dikin û dibêjinn barê me giran e. Yên barên wan giran dikin jî ne tenê hevjînê wan in.

Hevalên wan ên xebatê ango mêrên ku di meclisên giştî de cihê xwe digirin berpirsiyariyên xwe jî didin ser milên jinên ku di nav meclisan de kar dikin. Ji ber vê yekê jin gelek caran aciz dibin û vê acizbûna xwe jî hinek caran tenê ji me re tînin ziman, hinek caran jî di bernameyan de tînin ziman.

Yekemîn meclisa jinan ku hatiye avakirin li Almanyayê 16 sal beriya li bajarê Wuppertalê hatiye avakirin. Meclis, komîn û înîsiyatîf bi armanca xwe birêxistinkirina civakê hatine avakirin.

Dîsa di qada siyasetê ku biryarên li ser jiyana civakê lê têne girtin de jin meclisên xweser avakirine û tên gel hev, di nav komîsyonan de cih digirin û gorî pêdiviyên civakê kar û xebatên xwe dimeşînin. Bi hevre taşteyan amade dikin, tev li perwerdeyên wek jineolojî dibin, amadekariyê rojên xwek 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê dikin û di nav civaka ewropî de dîsa li hemberî pergala serdestiya mêr û newekheviya zayendî, têdikoşin.

Piraniya jinên ku di nav meclisan de cih digirin, xwedî mal û zarok in, berpirsiyariyên wan hene lê dîsa jî xwe ji kar û xebatên saziyan dûr naxin. Ji ber ku dizanin a ku wan bi hêz dike, ev xebatên bi hevre û yekbûna wan e.

Kurd elbet gelek sal beriya hatine Ewropayê lê wê demê kêm bûne. Ji salên 1960’î vir ve kurd zêdetir hatine Ewropayê, zêdetir jî li Almanyayê bi cih bûne.

Helbet ev hatina wan di destpêkê de ji ber sedemên aborî çêbûye lê ji salên 1990’î û vir ve kurd ji ber polîtîkayên şer ên dewleta tirk li Ewropayê bi cih bûne.

Kurdên ku hatine pêkû ji welatên xwe ji çand, dîrok, nasname û zimanê xwe dûrnekevin komele damezrandine. Di nav wan komeleyan de qursên saz, folklor, ziman û perwerdeyê hatine dayîn.

Ew kurdên ku di nav jiyana rojane ya ewropî de tengav bûne berê xwe dane komeleyan. Da ku bi hevalên xwe re di komeleyê de çayek vexwin, kişikan bileyzin an jî çend gotinan biaxivin.

Jinên ku di nav malê de tevgav bûne berê xwe dane nav saziyan da ku jinek, hevaleke ku zimanê wan dipeyivin bibînin û hinek hesretiya welatê xwe pêre parve bikin.

Zarokên wan kurdên ku  li Ewropayê çêbûn, mezin bûn, hinek îro zimanê kurdî dizanin, hinek tew bi kurdî qise nakin. Hinek ji wan nayên nav saziyan. Pirsgireka herî mezin jî ev mijar e. Gelek li ser vê mijarê rexne hene lê tenê bi gotinan dimînin kes nabêje ka werin em ji wan bipirsin ma çi dixwazin.

Kes nabêje ka werin em berpirsiyariyê bidin wan bila ev êdî me birêve bibin. Bila ew alternatîfan nîşanê me bidin. Qursên komputerê, nivîsandinê, matematîkê, yên wenê xizkirinê û hwd. heger di saziyan de bê dayîn û wan karan jî heger ciwan bikin wê demê di tevlibûna ciwan û zarokan de pirsgirek jî zêde namîne.

Nûçeyên Têkildar