Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Çarşem - 19 Çile 2022

Sê jinên şoreşger li cihê ku hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

Li paytexta Fransa Parîsê li cihê ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9 sal beriya niha ango 9’ê Çileya 2013’yan hatibûn qetilkirin û di heman saetê de li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bi merasîmekê hatin bîranîn

Li paytexta Fransa Parîsê li cihê ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9 sal beriya niha ango 9’ê Çileya 2013’yan hatibûn qetilkirin û di heman saetê de li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz û nûnerên saziyên dost ên Fransayê jî li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Fransa û Meclisa Kurd a Demokratîk a Fransayê tev li çalakiya bîranînê ya li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bûn.

Çalakiya bîranînê ya 9’ê Çileyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Nûpel Mûnzûr di axaftina xwe de diyar kir ku ev komkujî berdewama komploya navneteweyî ye.

Mûnzûr da xuyakirin ku jinên kurd hêzên kujer ji komkujiyên li Dêrsim, Gurgum, Cizîr, Silopiya û li tevahiya Kurdistanê hatin kirin, nas dikin û got ku komkujiya li Parîsê ji aliyê dîktatortiya Erdogan ve hatiye organîzekirin.

Mûnzûr diyar kir ku heta Fransa berpirsyarên vê qetlîamê ne darizîne ‘sûcdar’ e û got ku çend sal jî derbas bibin dê dest ji vê dozê bernedin.

Li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê CDK-F Agît Polat bi bîr xist ku her çiqasê 9 sal derbas bûne jî lê hê jî edalet pêk nehatiyê û bêcezakirin didome û bang li hikûmeta Fransayê kir û xwest ku demildest bêdengiya 9 salan bişkîne û dawî li vê şermê bîne.

Seroka Komeleya Fransa-Kurdistan Sylvîe Jan û endamê 10’emîn Meclisa Şaredariya Parîsê Elîe Joûsslîn jî tev li bîranînê bûn û wiha got: “Ev 9 sal in ku dema ev roj tê, êşên me ji nû ve zindî dibin. Ji roja destpêkê ve her sal sazî û kesayetên nû yên fransî li hawar û daxwazên kurdan zêde dibin. Ji ber ku ev bi cih ne anîna edaletê ye û di heman demê de pirsgirêka demokrasiyê ya Fransayê ye jî. Lewma ne tenê pirsgirêka kurdan e, di heman demê de pirsgirêka fransiyan e jî.”

Piştî axaftinan hunermend Nûarîn strana ‘Her sê jinên azad’ pêşkêş kir. Pişt re gul li ber Buroya Enformasyonê hatin danîn. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar