Niha jî Kembera Tirkan!

Heta niha ya ku dihat zanîn Kembera Ereban (Hizam el-Ereb) bû. Dibe ku dewleta tirk, ji vê siyaseta malxerab a dewleta Sûriyeyê sûd girtibe. Jixwe...

SADAT çete ye, Erdogan ser çete ye!

Rêxistina SADAT'ê ku çeteyên Erdogan bi rêve dibe, çend roj e careke din di rojeva Tirkiyeyê de ye. Kemal Kiliçdaroglû li meclisê axivî û...

Niha jî Kembera Tirkan!

Heta niha ya ku dihat zanîn Kembera Ereban (Hizam el-Ereb) bû. Dibe ku dewleta tirk, ji vê siyaseta malxerab a dewleta Sûriyeyê sûd girtibe. Jixwe...

SADAT çete ye, Erdogan ser çete ye!

Rêxistina SADAT'ê ku çeteyên Erdogan bi rêve dibe, çend roj e careke din di rojeva Tirkiyeyê de ye. Kemal Kiliçdaroglû li meclisê axivî û...
Şemî - 21 Gulan 2022

Niha jî Kembera Tirkan!

Heta niha ya ku dihat zanîn Kembera Ereban (Hizam el-Ereb) bû. Dibe ku dewleta tirk, ji vê siyaseta malxerab a dewleta Sûriyeyê sûd girtibe. Jixwe...

SADAT çete ye, Erdogan ser çete ye!

Rêxistina SADAT'ê ku çeteyên Erdogan bi rêve dibe, çend roj e careke din di rojeva Tirkiyeyê de ye. Kemal Kiliçdaroglû li meclisê axivî û...

Şefê faşîst dê nikaribe têkeve Amedê

Selahattîn Erdem|

Em dizanin ku MHP li Tirkiyeyê ji aliyê gladyoya super a NATO’yê hatiye avakirin. Aliyekî wê xwe dispêre gladyoya super a NATO’yê û aliyê wê yê din jî xwe dispêre rêxistina terorê ya Teşkîlatî Mahsûs a Cemiyeta Îttîhat û Terakkiyê. Rêxistineke faşîst a li ser bingeha faşîzma navxweyî û derve ye.

Alparslan Turkeş ê ku pêşengê MHP’ê ye, piştî ku Tirkiye ket nav NATO’yê ew jî di nav wê koma artêşê de bû ku li DYE hatiye perwerdekirin. Tê zanîn ev perwerdehiya şerê taybet a faşîst e.

Piştî vê perwerdehiyê xebata wî ya pêşîn ev e ku tev li nav rêxistinkitina darbeya leşkerî ya 27’ê Gulana 1960’an de dibe. Piştre jî peywira xwe ya şerê taybet a darbekariyê di bin banê MHP’ê de wekî rêxistinkirina faşîzmê didomîne.

Tê zanîn ku peywira sereke ya MHP’ê ev e ku tevgerên çepgir û berxwedanên kurdan têk bibe. Vê fonksiyona xwe wekî rêxistinkirina kontragerîla pêk tîne. Rêxistinkirinên li ser navê ‘ulkuperestiyê’ jî wekî maskeya kontragerîlla bi kar tînin.

Li ser vî esaasî ji aliyekî ve nijadperestiya tirk a faşîst li ser xeta şovenîzmê didomîne, li ser civakê serweriya îdeolojîk pêk tîne û ji aliyê din ve jî bi terora faşîst dixwaze civakê bêhêz bike.

Di heman demê de di nav biryargeha şerê taybet a tirk de (Berê Daîreya Şerê Taybet bû niha jî bûye Fermandariya Hêzên Taybet) di hemû karên qirêj, komplo, provokasyon û darbeyan de tên bikaranîn.

Tê zanîn ku MHP di salên 1970’î de ji bo van armancan li Tirkiyeyê bi awayekî çalak tê bikaranîn û pêşiya serkeftina şoreşa demokratîk girtiye.

Ev rastî jî tê zanîn ku şoreşa Tirkiyeyê ya ku di serê salên 1970’î de geş dibû bi darbeya 12’ê Adara 1971’an jî MHP’ê tasfiye kiriye û li ser vî esasî darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’an hatiye amadekirin.

Tê zanîn ku MHP li Tirkiyeyê ji bo li dijî şoreşê hatiye bikaranîn û ji bo bêhêzkirina berxwedana azadiyê ya kurdan ku di salên 1970’î de geş dibû jî, hatiye bikaranîn. Ji Rihayê heta Agiriyê herêmên pîlot hatine hilbijartin û li van deran çeteyên MHP’ê hatine tijîkirin û bajarên kurdan ji aliyê MHP’ê ve hatine dagirkirin.

Di pêvajoyeke wisa de şefê faşîst tirk dixwest here Amedê û paytexta azadî û demokrasiyê Amedê dagir bike. Li her carê Amed deriyê xwe ji vî şefê faşîst re digire û naxwaze ku Turkeş têkeve Amedê.

Serokê MHP’ê Alparslan Turkeş ê ku di dema cûntaya 12’yê Îlonê de hatibû girtin di dadgehên 12’yê Îlonê de digot ‘Fikrên me li ser desthilatdariyê ne lê em girtî ne’. Ango derdikeve holê ku rejîma 12’yê Îlonê rejîma MHP’ê ye.

Nexwe ne tesaduf e ku MHP berê şirîkê hikûmetê bû û niha jî li ser esasê ‘Tifaqa Cûmhûr’ bûye şirîkê biçûk ê rêveberiya AKP’ê. MHP a ku fikrên wê li ser desthilatdariyê ne, bi awayekî aşkera û veşartî di nav hikûmetan de cih digire.

MHP a ku di salên 1970’î de li Kibrisê û Tirkiyeyê bi awayekî çalak dihat bikaranîn, piştî nîveka salên 1980’î ev zemîn diguhere.

Vê carê qada sereke ya bikaranînê dibe Kurdistan û bi hemû hêza xwe berê xwe dide Kurdistanê. Di rewşeke wisa de li Kurdistanê di 15’ê Tebaxa 1984’an de pêngava gerîlayan dest pê dike.

Şerê li dijî gerîlayên Kurdistanê piştî sala 1985’an NATO bi xwe bi rê ve dibe û piştî salên 1987’an jî ev wekî şerekî taybet ango dibe şerekî kontragerîla. Di vir de peywir û karê sereke dikeve ser milê MHP a ku rêxistinkirineke kontragerîla ye û xwe dispêre NATO’yê.

Piştî salên 1985’an de ji bo ku gerîlayên kurd têk bibin di nav leşkerên tirk de yên ku dibin Kurdistanê hêza sereke MHP’yî ne.

JÎTEM dibe rêxistinkirineke MHP’ê. Di nav ‘Rêxistinkirina Rewşa Awarte’ de bêtir MHP cih digirin. Li ser vî esasî ‘Kolordûya Herêmê’ tê avakirin û ev rêxistinkirin ji MHP’yiyan pêk tê.

Di nav ‘Pergala Cerdevantiya Gundan de’ kesên MHP’yî dibin pêşeng. Hemû leşkertiyên bi pere yên ji bo şerê li Kurdistanê xwe dispêre MHP’yiyan.

Di salên 1990’î de 17 hezar cînayetên faîlê wan ne diyar ji aliyê MHP’yiyan ve hatiye kirin. Di vir de ne hewce ye mirov bibêje ku kesên wekî Esat Oktay Yildiran hemû jî MHP’yî ne.

Bêguman heman rol û mîsyon niha jî didome. Bi taybetî şerê faşîst û qirker ên li Kurdistanê ku piştî salên 2015’an bi tifaqa AKP û MHP’ê tê kirin, ji MHP’ê re hatiye hiştin.

Hikûmetên berê şerê li Kurdistanê ji artêşê re dihiştin û artêş jî ji ser Daîreya Şerê Taybet xwe dispart MHP’ê û ev şer didomand. Niha jî rêveberiya Erdogan şerê li Kurdistanê daye MHP’ê û MHP şer bi rê ve dibe.

Ji ber ku zêde kes tune ku karibin vî şerê taybet ê kûr û dermirovahiyê bidomîne. MHP ji bo van karên qirêj wekî hêzeke taybet hatine amadekirin.

Generalên ku ferman dane bila li Kurdistanê çekên kîmyewî werin dayîn, heke li meyla wan a siyasî were pirsîn wê were dîtin ku MHP’yî ne. Ew serbazê ku mirovên kurd xistibû helîkopterê û piştre ew avêtibû erdê jî, heke li rewşa wî were lêkolîn dê were dîtin ku MHP’yî ye. Li Sûr û Cizîrê kesên ku ew qetlîam kirin û mirov di bodrûman de şewitandin, heke li rewşa wan were pirsîn dê were dîtin ku MHP’yî ne. Kesên hestiyên gerîlayên kurd xistin bin rêyan, hemû MHP’yî ne. Kesên cenazeyên gerîlayan parçe kirin û li pişt wesayîtan kişandin, heke li rewşa wan jî were pirsîn, dê were dîtin ku MHP’yî ne.

Kesên ji ber muzîka kurdî ciwanên Kurd lînc kirin, kurdan xistin girtîgehan, li ser girtiyan îşkenceyê dikin, heqaretê li gelê kurd dikin, li hemberî jin û keçên kurdan her cure tacîz, tecawizê dikin, yên li Kurdistanê her cure qetlîamê dikin piraniya wan MHP’yî ne. MHP pêşengtiyê ji şerê qirkirina kurdan re dike û şer bi rê ve dibe.

Niha ji bo başbûgê duyemîn ê partiyeke wisa Devlet Bahçelî dixwaze li Amedê li Çiyayê Çilsiwaran daristanek were avakirin. Bi vî awayî dixwazin tiştên MHP’ê kirine werin meşrûkirin û rûmetê bidin şefê faşîst Devlet Bahçelî.

Vî kujerê faşîst ê ku ji xeynî zilm, qetlîm, îşkence û mirin nedaye Amed û hemû kurdan, bi vî awayî dixwazin were xelatkirin.

A rast mesele ne daristan e, dixwaze serfiraziya qirkirinê were îlankirin. Daristana Devlet Bahçelî ya ku tê xwestin li Çiyaye Çilsiwaran were avakirin, wekî gotina ‘Kurdistana xeyalî li vir meftûn e’ ya piştî qetlîama Agiriyê ye. Bi tiştên wisa dixwazin qetlîam û heqaretên li ser kurdan derxînin lûtkeyê.

Gelo wê Amed heqaret û êrîşeke wisa qebûl bike? Kurd li hemberî tevgereke wisa dê bêdeng bin?

Zarokên kesên ku şefê faşîşt Alparslan Turkeş nexistine Amedê gelo wê destûrê bidin ku li ser navê şefê faşîst Devlet Bahçelî li Amedê daristan were avakirin û Bahçelî têkeve Amedê?

Wê li hemberî qirêjkirina paytexta azadî û demokrasiyê wisa bêdeng bimînin?

Bêguman wê rewş ne wisa be. Amed û hemû kurd dê xwedî li dîrok û rûmeta xwe derkevin û li hemberî vê êrîşa faşîst û qirker, dê wî jî wekî Alpaslan Turkeş ji Amedê derxînin.

Ji bo ku kujerên faşîst ên wekî Devlet Bahçelî li Kurdistanê şopa wan jî nemîne, wê her cure têkoşînê bimeşînin. Gelê Amedê di sala 1975’an de li hemberî Alparslan Turkeş li ber xwe da û bi ser ket, niha jî wê li hemberî Devlet Bahçelî jî li ber xwe bide û bi ser bikeve. Ji xeynî vî tiştî dê tu tişt ne li gorî helwesta welatparêz û rastiya Amedê be. Şopa kujerên faşîst jî wê nikaribe têkeve Amedê.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar