Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Şengal mifteya Mûsilê ye

Ji bo xeyala xwe ya 100 salan pêk bîne dewleta tirk a dagirker bi hemû hêz û derfetên xwe ve dest bi êrîşeke nû ya berfireh kir û ji bo car din xwe biceribîne berê xwe da qadên gerîlayên azadiya Kurdistanê. Ev êrîş di 17’ê Nîsanê de dest pê kir û di nav vê dema kurt de artêşa dewleta tirk derbên giran xwarin. Ev êrîş ji bo tevgera azadiyê beguman ne êrîşeke surprîz bû û xuya ye ji bo bersivdayîna wê jî gerîlayên azadiyê amadekariyeke xurt kirine.

Wezîrê Şer a dewleta tirk Hulusî Akar derbarê vê êrîşê de di dest de nexşeyek, hin agahî dan çapemeniyê. Ji xwe ev hînbûneke dîrokî ya dagirkeran e, dema nexşe bigirin dest ev tê wê wateyê ku wê cih û warekî dagir bikin. Di nav vê nexşeyê de li gel qadên gerîla her wiha Çiyayê Şengalê jî xuya dikir. Ji xwe gelek caran ji bo Şengal û Mexmûrê jî xwesteka xwe ya dagirkirinê aşkere kiribûn.

Piştî rojekî êrîşên bi ser qadên gerîla, di 18’ê nîsanê de artêşa Iraqê bi hêzeke mezin ket Şengalê û derdora noqte û çeperên Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ-YJŞ’ê girtin. Beguman zarokên Êzîdxanê rê nedan êrîşên artêşa Iraqê û li gelek deveran pevçûn derketin. Beriya niha jî car caran di navbera artêşa Iraqê û hêzên parastina Şengalê de alozî derdiketin lê cara yekem rewş hat asta şerekî dijwar. Niha şer û pevçûn sekinîbe jî rewşa aloz berdewam e.

Wekî di nexşeya di destê Hulusî Akar de jî xuya ye, êrîşên li ser Şengalê bi êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ve girêdayî ne. Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê û piştgiriya hikumeta Kazimî, bi destê beşekî ji artêşa Iraqê êrîşê Şengalê dike. Baskê artêşa Iraqê ya di vê êrîşê de cih digire, bi giranî hêza parezgeha Nînovayê, ango hêza Mûsilê ye. Dewleta tirk, di salên dawî de bi rêya PDK’ê û hin eşîrên sunî, bandora xwe ya li Mûsilê xurt kiriye. Ji ber ku Şengal ji aliye îdarê ve bi ser Mûsilê ve ye, hemû êrîşên li ser Şengalê jî di ser vê xetê re pêş dikevin.

Em bînin bîra xwe, di 2014’an de jî DAIŞ’ê di ser Mûsilê re êrîşê Şengalê kir û bû sedema fermana giran. Eger em dûrtir biçin, di sala 906’an de jî Waliyê Mûsilê fermana êzidiyan rakiribû. Dewleta Osmanî bi dehan caran ferman di ser serê êzidiyan rakiribû û artêşa Mûsilê bi ser Şengalê de ajotibû.

Niha jî dewleta tirk a dagirker bi xewna Osmaniya Nû, bi hevkariya PDK’ê û hikumeta Kazimî berê artêşa Mûsilê daye Şengalê. Ev hewldana fermaneke nû ya ser êzidiyan e. Dewleta tirk dixwaze bi ferman û komkujiyan di 100 saliya Lozanê de xwe bigihîne sînorên Mîsak-i Mîllî. Û tê zanîn Mûsil û Kerkûk xewneke 100 salî ya turaniyan e. Û rastiyeke din a dîrokî heye ku dîwarê Mûsilê Şengal e. Bêyî Şengalê tu kes nikare xwe li Deşta Mûsilê bike serwer.

Ji ber vê rastiyê, parastina Şengalê di rastiya xwe de parastina Mûsilê ye jî. Ji xwe ev rastî di 2014’an de îspat bû, DAIŞ piştî ku li Şengalê şikest li Mûsilê jî şikest. Eger ne ji berxwedana Şengalê bûna ne Mûsil mabû ne Iraq. Lazim e dewleta Iraqê vê rastiyê baş bibîne û li gor vê nêzî Şengalê û hêzên parastina Şengalê bibe. Şengal mifteya Mûsilê, deriye çareseriya krîza Iraqê ye.

Dîsa berxwedana gerîlayên azadiyê ne tenê parastina Zap, Avaşîn û Metîna ye. Eger ne ji vê berxedana gerîla be wê dewleta tirk nîvê Iraqê bide ber xwe û tev li axa xwe bike. Ji xwe malbata Barzaniyan xwe wekî parçeyek ji xanedaniya Osmaniya Nû dibînin. Em dîmena hevdîtina Mesrûr Barzanî ya bi Erdogan re bînin ber çavên xwe, Mesrûr Barzanî wekî waliyekî dagirker a delweta tirk tekmîla xwe dida siltanê xwe Erdogan.

Berxwedana Zapê, berxwedana Şengalê, berxwedana Mexmûrê, berxwedana Kobanê yek e. Û yekitiya berxwedanê wê yekitiya Kurdistana azad jî bi xwe re bîne. Ev şerekî dîrokî û stratejik e, an wê xewna 100 salan a Osmaniya Nû pêk were an jî hêviya Kurdistana azad…

Nûçeyên Têkildar