Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Çarşem - 19 Çile 2022

Şengalî hewldaneke provakatîf asteng kirin

Hikûmeta Iraqê xwest bi 20 malbatên DAIŞ’iyan yên li Kampa Holê di ser Şengalê re derbasê Iraqê bike, lê li ser nerazîbûna şengaliyan ev hewldan hat rawestandin

Di demeke êrîşên DAIŞ’ê li dijî başûrê Kurdistanê zêdebûne de, hikûmeta Iraqê xwest malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên welatiyên Iraqê ne û li kampa Holê ya rojavayê Kurdistanê tên girtin, di ser Şengalê re derbasê Iraqê bikin.

Lê Şengalî vê hewldana hikûmeta Iraqê di vê pêvajoya hesas a êrîş zêdebûne de weke hewldaneke provakatîv dîtin û nerazîbûn nîşandan.

Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê 20 pas ji aliyê hikûmeta Federal a Iraqê ve anîne Sinûnê û dixwazin di gundê Borikê re derbasê rojavayê Kurdistanê bibin û mablatên DAIŞ’iyan yên li kampa Holê derbasê Iraqê bikin.

Derbarê vê hewldanê de Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê  Haşim Hecî axivî  û wiha got: “Bangawaziya me ji dewleta Iraqê re ye, cihê herî aram a Iraqê Şengal e. Ev demekî ye ku behsa vê tiştê dihate kirin û me ji nêz ve ev rewş dişopand. Divê vê hewldanê bide sekinandin.”

Li hember vê hewldanê hem asayîşa Êzîdxanê hem jî gel ket tevgerê û di encama nerazîbûna gel de pasên xwestin derbasê Rojava bibin, paşde hatin vegerandin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar