Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Şervanên Êzîdxanê û yasayê azadiyê

Ji dîroka êzidiyan dengê şûr û mertalan, noranora hespan, koça eşîran hîç kêm nebûye. Li ber mora fermanan berxwedana şervanan jî her hebûye. Û ev çîroka hezar salan e ku Rêber Abdullah Ocalan heya dema sumeriyan dibe. Çiyayê Şengalê 5 hezar sal in her bûye stargeha bawermendanê. Şengal, 5 hezar sal in li Iraqê li hemberî desthilatdariyê û zilmê li ber xwe dide û serî natewîne. Gelê ereb ji bo Çiyayê Şengalê dibêjin ‘Çiyayê bi tenê.’ Ev hem ji aliyê erdnigariyê ve rastiyek e ku li hemû Deşta Nînovayê çiyayekî din nîne, hem jî ji aliyê heqîqeta civaka êzidî ve rastiyek îfade dike.

Di fermana 2014’an de ji gelek çiyayên Kurdistanê bi sedan gerîla û şervan xwe gihandin ‘Çiyayê tene û civaka tenê’, hemû çiyayên Kurdistanê bi Çiyayê Şengalê re bûn yek. Ji wê rojê ve ye dilê hemû Kurdistanê bi Şengalê re lê dide. Niha car din çavê herkesî li ser Şengalê ye. Dilê herkesi bi dilê civaka êzidî re lê dide. Ji ber ku dijminên êzdiyatiyê dixwazin hesabên nîvcomayî yên fermana 2014’an temam bikin.

Beriya her tiştî lazim e em bêjin ku hesabên mezin li ser Şengalê hene, ango xeteriya li ser Şengalê mezin e. Dixwazin derbeke kujer li hebûna vê civakê bidin û pergala wê ya parastin û xwerêvebirinê belav bikin. Êrîşên dawî yên li ser Şengalê xwe dispêre hesabên mezin û xuya ye wê bi rê û rêbazên cuda berdewam bike. Niha yê êrîş dike artêşa Iraqê ye û hikûmeta Kazimî jî xwedî hin hesaban e. Lê di esas de li pey van êrîşan dewleta tirk û PDK hene ku hesabê wan stratejîk û xetertir e.

Eger em yek bi yek van hesaban destnîşan bikin; Hikûmeta Kazimî di esas de di bin kontrola Amerîka û hêzên Rojavayî de ye. Rola wî ya li Iraqê, ji nû ve dîzaynkirina siyaseta Iraqê li gor berjewendiyên hêzên kapîtalîst e. Ji destpêka serokweziriya xwe heya niha jî mijara Şengalê ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe ya li Iraqê bikaranî, Peymana 9’ê Cotmehê jî di dema serokwezirtiya wî hate morkirin. Îro, li Iraqê krîzeke mezin a siyasî heye û Kazimî di vê krîzê de zêdetir rê li dewleta tirk û PDK’ê vedike ku êrîşên li ser Şengalê girantir bikin û bi vî awayî dixwaze hêza xwe ya siyasî ya li Iraqê xurt bike.

Ji aliyê PDK’ê ve mesele, tolhildana ji civaka êzidî ye. PDK dizane çi bike jî îxaneta wî ya li civaka êzidî tu caran nayê jibîrkirin. Û eger li Şengalê civakeke azad û demokratîk ava bibe êdî nema dikare vegere Şengalê û baş dizane ku wê civaka êzidî bi her awayî hesabê îxaneta mezin jê bipirse. Civaka êzidî neynika rastiya PDK’ê ye ku PDK ne mimkûn e lê binêre. Loma PDK dixwaze vê neynika heqîqetê parçe parçe bike. Di van êrîşên dawî de jî, PDK ji bo artêşa Iraqê êrîşê Şengalê bike bi eşqeke mezin, bi eşqa kuştin û qetilkirinê rojane banga şer dikir. PDK piştî şer û pevçûn sekiniye jî vê carê dek û dolaban xistiye meriyetê. Li gel PDK’ê, dewleta tirk a dagirker jî li pey xeyalên Mîsak-i Mîllî dixwaze Şengal dagirbike. Ji Helebê heya Mûsilê êrîşê Kurdistanê dike û Şengal jî yek ji xelekên herî girîng a vê xetê ye.

Beguman ev hesabên dagirker û îxanetkaren in. Li hemberî vê, civaka êzidî jî xwedî fikr û felsefeyekî ye. Di 2’ê gulanê de dema artêşa Iraqê bi fermana Kazimî bi tank û topan êrîşê Şengalê kir, keç û xortên êzidî bi bîr û baweriyeke mezin sînga xwe dan ber van êrîşan û vê êrîşa hovane sekinandin. Ev bîr û baweriya qedim a êzdiyatiyê û felsefeya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Niha tiştê ku li civaka êzidî tê ferzkirin ew e ku dest ji vê xeta azadiyê berdin, îradeya xwe teslîmê desthilatdar û dagirkeran bike. Çiyayê Şengalê ji çiyayên Kurdistanê, civaka êzidî jî ji netewa demokratîk a gelê kurd were qutkirin. Li ser hêzên parastina Şengalê ne tenê êrîşên leşkerî hene, ev hêza ku xwe ji Çiyayê Şengalê û civaka êzidî re kiriye mertal, rastî gotinên erzan ên wekî ‘çekdarên ne yasayî’ tê û tê xwestin ev hêz were belavkirin. Li Şengalê yasaya herî mezin yasaya azadiyê ye û hemû şervanên Êzîdxanê di bin hikmê vê yasayê de ne. Îcar herkes baş dizane ku bi dehezarên pêşmergeyên PDK’ê û leşkerên artêşa Iraqê yên ku di fermana 2014’an de li pişta xwe nezivirîn û reviyan di bin hikmê kîjan yasayan de ne.

Nûçeyên Têkildar