Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...
În - 7 Cotmeh 2022

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Sîstema hov bi komplogeriyê li ser pêya ye!

Erdogan ev car berê xwe da Yewnanistanê. Di heftiya çûyî de di axaftinek de bang li Yewnanistanê kir û got, “Em ê şevek ji nişkava werin.” Divê were dîtin. Ev ji bo Yewnanistan ne tehdîd e. Lê ji bo nijadperest û neteweperwerên tirk peyamek e. Di destê Erdogan de tenê ev peyam mane. Ango haleta wî ya vê gav tenê peyama şer in.

Şerê li dijî kurda kêrî Erdogan hat. Ji sala 2015’a heta niha bi rêya vî şerî li ser hikum dimîne. Divê em bibînin, dagirkirina hin herêmên rojavayê Kurdistanê, ji bo Erdogan derfetek mezin e. Her wiha êrîşên ser bi başûrê Kurdistanê jî ji bo vê derfetên xwe qaîmtir bike bikartîne. Di vê siyasetê de her çi qas têkçûnek berbiçav jî hebe, mixabin ev têkçûn nagîhije gel. Çapemeniya li Tirkiyeyê hemû di bin kontrola Erdogan de ye. Ev çapemenî rastî naghîne gel. Bi rêya hin ‘aksiyonan’ jî hêza xwe ya heyî mezintir didin xuyakirin. Ango sîstema xwe bi komplogerî dimeşînin. Girtin û zîndanîkirina parlamentera HDP’yê Semra Guzel, beşa herî biçûk ya vê komplogeriyê ye.

Trolê sereke yê van komployan Suleyman Soylu ye. Her ku wêneyek nû yê Soylu bi diz û çeteyan re derdikeve, ew rêyek nû dibîne û bi dijminatiya kurda nijadperest û faşistan konsolîde dike.

Ya rast, mixalefeta sîstemî jî hebûna Erdogan konsolîde dikin. Wekî mînak, ev dû hefteyên dawî di çapemeniya dewletî de hemû têkîliyan bi ser HDP’ê gengeşî dikin. Yekî CHP’yî radibe beyan dide, dibêje, “Dema em werin desthilatdariyê ew ê ji HDP’ê jî wezîr hebin.” Li hember vê beyanê ev car yekî ji ÎYÎ Partiyê bersîv dide, êrîşî HDP’yê dike. Bi gotineke din, peyamên xwe yên li hember hev jî li ser kurda didin. Rojeva xwe bi dijminatiya kurda dadigrin.

Ya balkêş, dema ev tişt tên gengeşîkirin, dengê HDP jî, dengê kurda jî tê birîn. Yek beyanek van aliyan di çapemeniya dewletî de dernakeve. Ew nikarin di yek platformek de raya xwe bi gel re parve bikin. Di destê mixalîfan de tenê çapemeniya azad û medyaya dijîtal maye. Diyar e, ew jî bi berfirehî naghîje hemû aliyan.

Di serî de min behsa êrîşên ser bi Yewnanistanê kir. Ji dijminatiya li hember kurda jî diyar e, yê ku siyaseta li hember Yewnanistanê jî konsolîde dike, şerê li dijî kurda bi xwe ye. Ji ber vê yekê mixalefeta sîstemî jî li hember Erdogan helwestek rast nagrin. Ew jî dikevin pey rojeva Erdogan û Soylu, bi hev re nijadperestan sor dikin. Her wiha her dû alî jî li pey dengên nijadperestan digerin.

Ev qirêjî ye. Her wiha, ne qirejiyek biçûk e, qirêjiyek mezin û mezin e. Sîstema wan hilweşiya ye. Bi siyaseta xwe ya qirêj têkçûne. Lê dîsa dev ji dijminatiya kurda bernadin. Temam, ew ê Erdogan biçe. Lê yên pêy wî bên jî naxwazin sîstemê bigûherînin. Ne desthilatdariya faşîst, ne jî mixalefeta wan a sîstemî, ji bo çareseriyek mayînde tu peyamek nadin. Bi taybet mixalefet, dixwaze di gûherînek pêşerojê de ji derbên ku li kurda dane, îstîfade bikin. Ji têkbirina destkeftiyên kurda sûd werbigrin. Her wiha dixwazin, dagirkerî û êrîşên li ser rojava û başûrê Kurdistanê jî ji bo berjewendiyên xwe yên pêşerojê bikarbînin. Ev hemû pêkeve qirêjiya sîstema faşîst in û mixabin ji bilî kurda û -belkî ji çend aliyên çepgir û demokrat wê de- kesek li dijî vê sîstema qirêj tênakoşin.

Bêguman, destê kurda ne vala ye. Bi berxwedanek mezin rûşta xwe li hemû cîhanê îspat kirine. Ne kurdên berê ne. Ya rast wekî destpêka sedsala 20’a, êdî careke din berê xwe nadin ‘Çanakkaleyê.’ Pêşî li ‘peymana tirkbûnê’ venakin. Her wiha li çar aliyê cîhanê hene. Belê rastî ev e; lê divê em bibînin, piştgiriya kurda hê jî lawaz e. Tenê kurdên bi xîret û çend dostên kurdan bi hev re li hember van qirêjiyan têdikoşin.

Rewş ne mimkun e ku heta dawiyê bi vî awayî biçe. Siyaseta hov, bêgûman ew ê bi awayekî mayînde têk biçe. Lê divê kurd hişyar bin. Careke din derfet nedin nijadperest û faşistan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar