Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...
În - 7 Cotmeh 2022

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Tecrîd û têkoşîn

Abdullah Îdîg

Tecrîda li ser Abdullah Ocalan hêj didome. Parêzer û malbata wî hefteyê 4-5 caran ji bo ku biçin Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serlêdanan dikin lê tu bersivên erênî an jî neyînî nayên dayîn. Li Îmraliyê çi heye û çi dibe kes nizane. Bi kiryarên taybet Abdullah Ocalan di nava odeyekê de û bi tenê digirin. Bi van kiryaran hiqûq rizî bûye, mafên mirovan bin pê hatine kirin û dixwazin vîna Abdullah Ocalan têk bibin. Dema ku mijar dibe Abdullah Ocalan her kes bê deng e. Ew kes û saziyên ku hiqûq, exlaq û mafê siyasî û mirovahiyê ji zimanên xwe kêm nakin deng dernaxîn û rewşa tecrîdê temeşa dikin.

Tiştekê ku temaşe lê were kirin nîne. Lewre Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd, hêzên şoreşger û demokrat ne kesek ji rêzê ye. Her dema ku diaxive peyamên ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan û demokratîkbûnê dide. Ji bona ku van peyaman nede raya giştî hikûmeta AKP-MHP’ê deriyê Îmraliyê girtî dihêle û nahêle ku peyaman ji derve re bişîne. Lê tê dîtin dema ku agahî ji Abdullah Ocalan nayê standin û tecrîd giran dibe, krîz, kaos û şer çawa dijwar dibin.

Hikûmeta AKP-MHP’ê wekî rêbazên her dewletên ku hiqûq û mafên mirovan nas nake tevdigere. Li gorî çanda dewletbûn û desthilatbûnê pir baş tevdigere. Dixwaze Abdullah Ocalan ji hêla fikrî û siyasî de tasfiye bike lê nikare. Her dewlet û şaristaniyên ku nikarin vîna rêber, fîlozof û mirovên zanayan têk bibin wan diavêjin zindanan û tecrîd dikin. Sokrates yek ji van fîlozofan e. Ji ber ku dewleta Yewnan nekarî fikr û ramanên wî ji holê rake ew avêtin zindanan û tecrîd kirin. Li dijî Abdullah Ocalan jî heman rêbazê 24 salin bi kar tînin. Çanda dewlet û desthilatê hîna jî wekî rojên destpêkê berdewam dike.

Abdullah Ocalan 24 salin di nava tecrîdek giran de di Îmraliyê de tê hiştin. Li Îmraliyê çi heye, çi tê jiyîn û ji hêla erdnîgariya xwe rewşek çawa heye kes nizane. Qasî ku Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de behs dike rewşa Îmraliyê û nemaze ya tecrîdê tê fêmkirin. 24 salin Abdullah Ocalan tevî hemû şert û mercên Îmraliyê têkoşîneke bêhempa dide meşandin. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad têkoşînek dîrokî dide meşandin. Lê ji ber hikûmeta AKP-MHP’ê û serokkomar Tayyîp Erdogan vê mîsyona Abdullah Ocalan ya çareserkirina pirsgirêkan dizane tecrîdê bi girantir didin meşandin.

Nêzîkî 18 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nehatiye girtin. Tê zanîn herî dawî di 25’ê adara 2021’an de Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li Edliyeya Rihayê 4-5 deqeyan axivî bû û ji wê rojê heta îro ne malbat ne jî parêzer bi tu awayî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekirine û tu agahî jê nehatiye standin. Di 2019’an de parêzeran 7 caran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. Wezareta Dadê yê wê demê Abdulhamît Gul der barê hevdîtinên bi Abdullah Ocalanre gotibû ku tu astengî li pêşiya hevdîtinan nîne û parêzer û malbat dikarin hevdîtinan bikin. Lê di demekê şûnde hat dîtin ku bawerî ji vê kevneşopiya dewletperestiyê nayê kirin.

Tê zanîn Abdullah Ocalan di hevdîtina herî dawî ya ku bi  Mehmet Ocalan re kiribû bertek nîşanî wê rêbaza hevdîtinê dabû û telefon hatibû qûtkirin. Ji wê rojê ve ye tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê standin. Roj nîne ku tecrîd ne di nava rojeva civakê de be. Lewre ji ber ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan giran dibe, civak jî ji vê yekê bandor dibe. Nemaze gelê kurd ji vê rewşê bi fikar in. Her rojê çalakî çêdibin, daxuyanî tên dayîn û bi gelek bernameyan tecrîda li ser Abdullah Ocalan di rojevê dimîne. Lê hikûmeta AKP-MHP’ê tecrîdê girantir dike û sazî û dezgehên navneteweyî jî ji vê yekê re bêdeng dimînin.

Hikûmeta AKP-MHP’ê ji bo ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn planên xwe yên neo-osmanî bi cih bînin fikr û ramanên Abdullah Ocalan li pêşiya xwe asteng dibînin. Lewre tê zanîn Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn “Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn” pêşniyar dike û dixwaze li gorî wê xebat bên meşandin. Lê ev pêşniyar ango proje ne li gorî polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê ne. Ji ber jî nikarin Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve tasfiye bikin lê dixwazin ji hêla fikrî ve tasfiye bikin. Sedem û rastiya tecrîdê herî zêde jî ev rewş vedibêje.

Li ser serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 18’ê adara 2014’an de biryar girtibû ku cezayê muebedê ya li Abdullah Ocalan hatiye birîn li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Lê desthilata AKP-MHP’ê ji bo vê biryarê tu gavên şênber neavêtin. Parêzer û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo ku Tirkiye van biryaran bi cih bîne serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn. Der barê vê rewşa Abdullah Ocalan de Komîteyê ji Tirkiyeyê parastin xwest û Tirkiyeyê di 30’ê tebaxê de parastin kir û got: “ hikûmxwarên ku cezayê giran ê muebetê girtine bi şertekê dikarin were berdan. Lê hinek kes ji vî mafê bêpar tên hiştin.” Bi vê daxuyaniyê Tirkiye Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar dihêle û dibêje wê heta hetayê di girtîgehê de bimîne.

Sazî û dezgehên Ewropayê di biryarên xwe de çiqasî micîd in ne diyar e. Ji bo rewşa Abdullah Ocalan a tecrîdê tu carî helwestek tund û şênber li dijî Tirkiyeyê negirtine. Lewre yên ku vê tecrîdê didin meşandin ew bixwe ne. Ewropaya ku bi demokrasiyê, bi mafên mirovan û hiqûqê xwe dide nasîn ji bo Abdullah Ocalan ker, kor û lal e. Li dijî vê bêdengiyê Abdullah Ocalan di şert û mercên giran ên Îmraliyê de têkoşîna azadiyê, mafên mirovan û ya demokrasiyê dide meşandin. Pêwîst e ku gelê Tirkiye û Kurdistanê, sazî û dezgehên siyasî û civakî zêdetir li dijî tecrîdê derkevin û bidin şikandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar