Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Tenê hêştina şoreşgeran bêwijdanî ye!

Di nava kurdan de kom, tevger û kesên parastina gel û nirxên netewan dikin weke şoreşger, gerîla, şervan û pêşmerge nav lê hatine kirin. Ev li çeperên ewil ên cengê ne û sîng bi sîng li dijî hemû êrîş û rûbirûyên li ser gel pêk bêne, çeper digirin û têkoşîn dike.

Ev wezîfe û aliyeke giran ê van wesfan e. Li aliyê din jî yê van motîve dike, bi hêz dike û li ser lingan dihêle jî gel e. Gel çavkaniye bêdawî ya van hêzan e, kana wê ye.

Dîroka kurdan a tim bi xwîn, van wesfan di dem û cihên cuda de, bi erka xwe rabûne, têkoşîna azadî û serfiraziyê kirine. Ji bo wê hemû jî xwedî nirx û girîngiyên taybet in.

Halê hazir li çar parçeyên Kurdistanê ev wesif bi erka xwe radibin û têkoşînê dikin. Hinek ji van wesfan ji ber desthilat û hikûmraniyên heyî, rola xwe ya esasî nalîze. Nimûneya vê jî li başûrê Kurdistanê mirov dikare hebûna hêza pêşmerge bide nîşandan. Niha pêşmerge ketiye bi xizmeta hinek alî û taybet PDK vê hêzê ji rastiya wê dûr dixe. Em zêde li ser vê mijarê nasekinin. Mijara me ya esas tevgerên şoreşgerî ne.

Ji bo wê niha li bakur, rojava, rojhilat û başûrê Kurdistanê şoreşger, gerîla û şervan li çeperên berxwedanê ne. Şoreşgerên PKK’ê li zindanan, li ber zilm, zext, îşkence û nêzîkatiyên herî xirab tê dikoşin. Li çiya gerîla li ber kîmya, topbaran û çekên qedexe heta kêliya dawî teslîm nabin şer dikin. Li Rojava jî şervanên azadiyê li aliyekê dijî çeteyên herî hov ên cîhanê DAIŞ’ê, li aliyê din li dijî êrîşên Tirkiye û çeteyên wê têkoşîn dike. Her wiha li aliyê din ji bo ewlehî û canê pêkhateyên herêmê hem di warê ji nû ve avakirin, rêxistinkirinê kedek bê eman dide.

Dema em li vê dinêrin em dibînin ev tevger a dikeve ser milan bê dudilî, bi canbexşane dike. Berdêl dide, rû bi rûyê hemû binpêkirin û îşkeceyê tê. Erka xwe ya li ber gel-netewê dike, gelo gel jî erk û berpirsyariya xwe ya li ber vê bi temamî pêk tîne? Dibe alîkar, hêz dide yê.

Niha li çiyayên Kurdistanê gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd tevî her cure çekên qedexe, kîmyebaran û bomberdûmanê li tûnelên berxwedanê di serî de li Zap, Metîna, Avaşîn, Wexelê û gelek deverên din têkoşîneke bi canbexşane dike. Ji bo parastina rûmet û netewa xwe, her kêlî bê rawestan, di bin keşf û êrîşan de erk û mîsyona xwe ya ji bo gel dayî ser milê xwe bicih tîne. Gelo di rewşek wiha de hê mirov çi daxwaz ji gerîla bike. Gel ji vê zêdetir daxwaziya tiştekê ne bê wijdanî û bê edaletî ye? Can be dide, parçe ji laşê xwe be dide. Birçî, bê av, bê xew di tûnelên şer de têkoşîn û destanên lehengiyê dinivîsînin. Derbe li ser derbê li dagirkeran dide. Gelo ji bo gel, ciwan, jin û hêzên din nava civakê pişta van hêzan bigire divê çi bike?

Ji bo em alîkariya van hêzan bikin, divê ev hêz çi bikin em qane bibin, rabin ser xwe û destê wan bigirin. Rojane cenaze ji girtîgehê derdikevin. Rojane ji ber ku poşmanî qebûl nekirine, cezayê girtiyan tê zêdekirin. Rû bi rûyê îşkence yê tê. Nexweş in terkî mirinê dikin. 20 sal, 25 sal, 30, 35-40 sal zêdetir ceza lê hatine birîn, cezayê xwe qedandine, lê tenê ji bo poşmaniyê qebûl nekin, tên girtin û qetil kirin. Têkoşîneke 40 salî ya girtiyekê/î kêm e gelo? Ji bo êdî rehet bijî ev çend salên mayî heq nake aram bijî? Ji bo aram bijî, em çi dikin?

Girtiyên li rojhilatê Kurdistanê bi rûkenî diçin ber sêdarê, ma ji bo neyên sêdaredan em çi dikin? Ew bi rûkenî diçin sêdarê. Em li kenê wan tenê dinêrin, ev bêwijdanî nîne gelo? Şehadeta wan bibîr tînin! Li bendê ne ku şehîd bibin. Ev li kîjan çand, netew, ol, bawerî û exlaqî tê qebûl kirin. Em ker, kor û lal bûne! Şeht bûne!

Heta rûmeta em cenazeyê gerîlayan li bin peyarêyan be, em çi dibin bila bibin ne tiştek e. Heta gerîlayên me li bin çekên qedexe û kîmyayê be, em xwedî çi mal û mil bin, qîmetê wê nîne. Rojane şervanên me di bin topbaranê de be, xelkê sivîl zarok bên qetilkirin, em zana û pisporê dinê tev bin, ne bi tiştekê ye. Xweza û dewlemendiyên me bê talankirin, em bêdeng û lê binêrin çav û ziman ji bo çiye?

Ji bo wê ye, divê em vê bibînin, em alîkar nebin, wê tim ev yek dubare bibe weke heta niha. Ji bo wê di roja îro de berxwedaneke topyekun gerîla, şervan û şoreşger didin. Em bibin palpişt, em ê bi hev re dagirker, dijmin-nokeran ji vê axê derxînin û binax bikin. Em ê hesabê hemû berdêlên herî giranbuha ewladê xwe yên di oxira vê de can bexşandine, hilînin. Wê xwîn û keda wan ber avê neçe. Wê heta ebedî bi me re bijîn, bibin abîdeyên rênîşana serketin û serfiraziyê.

Dema em di vê çarçoveyê de li mijarê binêrin, em ê bikarin di gelek aliyan de bibin alîkar û her cihê lê bikin qadeke ya têkoşîn, berxwedan û bi hev re li ber dijmin şer bikin. Topyekûn têkoşîn bikin, gerîla gel, şervan gel û şoreşgerên girtî û gel. Ev yek wê serketinê bîne. Derveyî vê berdêlên giran bê dayîn.

Ji bo wê di vê demê de ku li her alî şer geş û gur e, divê em zêdetir xurtir, hev bigirin û her çeperê, malê û kolanê bikin qada berxwedanê. Li her derê derbê li dijmin-nokeran bidin. Me ev kir, serketin a me ye.

Nûçeyên Têkildar