Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...
Yekşem - 24 Cotmeh 2021

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Tenê min jiyanek heye ew jî Hevrîn e!

Dayika Şehîd Hevrîn Xelef: “Hevrîna min xisarekî ne ji bo min bû, ji bo gelê kurd, ji bo mirovahiyê ye, ne ez tenê xemgîn bûm, her kesê ku pê re maye xemgîn dibû. Hevrîn hem xwuha min bû, hevala min bû, diya min bû. Ez ji Erdogan re dibêjim roja te Hevrîna min tune kir va ye neh Hevrîn çêbûne.”

Berhevkar: Nêrgiz Ismayîl

Yadê Sû’ad (Sa’diya Mistefa Ya Gundê Endîwerê) Dêya Ş.Hevrîn

Xwedêdana min li Endîwerê bî. Emrê min şêst û du sal e. Em li Endîwerê bin, paşî em çûn gundê Rîhanîkê. Pişt re em hatin bajêr Dêrikê, ev bû sih û du sal e li Dêrikê ne. Ez di çaredeh saliya xwe de zewicîm. Demê berê dihatin miho ji bavê miho dixwestin. Bê izna keçan. Xwestiyên min ji maleke camêr bin, maleke zengîn bin, ji xwe razî bin, bi keyfa bavê min bin, min xort nedîtibû lê em zewicîn û xwedê kir nesîb. Di wê wextê de şêrînahî hebî, bi dahol û zirne bûk dibirin. Şêrînahî jî pez ser jê dikirin, xwarin çêdikirin, mêvan û xelk dihatin roja şêrînahiyê. Çarşemê hine bû, pênşemê jî bûk bû û înê jî ser sibehê bû. Sê rojan li dahol û zirnê didan. Kemançe hebûn ên hez dikirin ew jî dianîn lê ya min tenê dahol û zirne bûn. Min fîstanê kurmancî li ber xwe kir, eba bûn, jinek li gel me çûbû hecê bi xwe re anî bû, dabû min, wê demê eba didan serê bûkan, şerpê li ser rûyê wan dikirin an spî bûn an jî kesk bûn an jî pembehî bûn, ev hersê rengê jê re digotin serrûkê bûkan. Ew serûk jî didanîn li ser çavên meho, aba bi ser serê miho de dikirin, ên hinekan zêrên wan bi morîkan ve bûn, ew morîk jî bi ser eban vedikirin û dikirin stuyên wan de, yên hinekan jî zincîr bûn, ser de dikirin lê yê min bi ser nekirin.

Ez wehîda diya xwe bîm. Piştî diya min şeş kur anî ez wehîda diya xwe bûm. Babê min jî du jinên wî hebûn. Ez jî gelekî bi qedir bûm, ecêba delalî bûm. Diya min jî bi eslê xwe Cizerîle ye “MÎR ELÎ YE” êvara henê berbû dihatin, du jinik, sê jinik dihatin, mela bi wan re dihat an zilamek mezin dihat, wê şevê li wê derê dirazan, sibehê dirabûn bûk diedilandin û dibirin. Lê ew ez ne edilandime. Keça metka min li cem me bû. Wê cilê min li ber min kir, wêna cilê min ê bûkaniyê jî dirûtin û li ber min kirin.

Êvara çarşemê li mala me razan. Bi cêbê berê ez anîm. Xêliyê min jî sê cêb bûn. Hersê rojên dawetê me li Rihanîkê kir. Ez neh salan mam li gund, zava li gund bû. Keça min ê mezin Zozan çêbû, piştî wê çar kurên min çêbûn, heta dêya Sedîqe Xezal ew pîrka me bû, qabila me bû. Piştî Zozana min çar kur çêbûn her kesî banî Zozana min dikirin û jê re digotin “SER BI ZÊRÊ”. Wexta xelkê ew gotin digotin gelekî maneya wê hebû, weke piştî wê keçê gava çar kur bêne dinê naxwe ew keç ser bizêr e, biqîmet e, bixêr û bêr e. Zozana min a ewil bû, ez jî jintiya pêncê bûm, yanî bûka pêncê bûm. Wexta bi Zozanê ducanî bûm, xezûrê min ku min jê re digot yabo pezek ser jê kir, wexta Zozana min xwedê da, hat û xavika ser rûyê wê rakir got: “Ev bûka pêncê ye min zarokên wan dîtin lê min tu zarokên wan nedît ku rûkê wan dişibe yê xwişka min Xezal.” Min mereq kir! Min pirsî: “Yabo çima welê dibêjî?” Got: “Keça min di demê fermana ermeniyan de, dewleta tirk gava êrîşî me kir, xuha min jî sorik û sipehî bû, wan jî gotin qey ermenî ye, duwanzdeh xencer û du tevî li xuha min ketin lê xuha min ji mêraniya xwe neket, rengê xuha min di rengê vê sebiyê re dixuyê bila navê xuha min lê be.” Min jî got: “Yabo xalê wê nav lê kiriye. Wî jî got navê xuha min bila di nasnemeyê de bê nivîsandin, navê xalê wê jî bila pê bang kin.” Wiha navê di malê de ma Zozan û di nasnemeyê de ma Xezal. Yanî metika babê wê. Wisa piştî kurê min ê herî dawî di heyva heştanê de bû me mala xwe anî Dêrikê.

Hatina me ya bajêr, ji xwe dêya min Cizerî bû, ez jî welê mezin kiribîm, bi wê delaliyê ve ez anîm gund, heşt salan mam li gund, barê mala me jî giran bû. Belkî dused pezê me hebûn, pêncî çêlekê me hebûn, yanî yên me her çar malan, malên me di nav hev de bûn. Ez nexweş ketim û gundê me jî ne ser rêyan bû, îcar bi wî rengî gurçik bi min re çêbûn, her gav dihatim gel dixtor û deran û tirêmbêl nebûn, rabû me mala xwe anî Dêrikê. Yanî ji ber min me mala xwe anî Dêrikê. Zilamê min got em ê mela xwe bibine Dêrikê ji ber em nêzîkî dixtoran bin û birakî min jî got bila were vê derê qene me haj jê hebe, ew xuha me tenê heye, li gund be em nikarin werin pêve. Vêca wexta em hatin bajêr em sê salan man Hevrîna min çêbû. Hevrîn a biçûk e. Zozana min a mezin bû, Hevrîna min jî ya biçûk bû. Carê birayê wê yê mezin digot: “Hevrîn a biçûk e, Zozan jî ya mezin e, em ê din jî av û av çûne.”

Ez welê dibêjim ku tenê min yek jiyan heye ew jî ya Hevrîna min e. Yê min jiyan nema ye, tenê min yek jiyan heye ew jî Hevrîn e.

Me mala xwe anî Dêrikê, piştî sê salan mala me li bajêr me xanî çêkir. Em neh heyvan man di xaniyê kirê de heta me mala xwe xilas kir. Em hatin ketin xaniyê xwe û Hevrîna min jî çêbû. Rastî bêjim piştî ku Zozana min çêbû her min dixwest ku piştî çar kuran keçek min çêbibe, ji ber ez jî wehîda dê û bavê xwe bûm. Min dixwest Zozana min ne wehîd be. Zozan jî dixwest ne bi tenê be. Rojekê ji rojan ji medresê hat û girî! Min got: “Çima digirî?” Got ‘mamoste li medresê gotiye heçê wehîd bila destê xwe hildê, min jî destê xwe hilda, eger ez ne wehîd bama min destê xwe hilnedida.’

Ya girîng rebelalemîn Hevrîn kire zikê min û çêbû. Çawa ji Zozana min re xezûrê min digot SER BI ZÊRÊ  jî ji Hevrîna xwe re jî got SER BI ZÊRÊ, ewqase keyfa birayên wê jî hat. Weke her dayika zarokên xwe mezin dike, min jî Hevrîna xwe mezin kir, waye sûretekê wê jî yê kiçkoyahiyê heye. Ha ev sûretê wê ye, wexta biçûk bû gelekî zerik û xweşik bû. Gelek sûretê wê hene. Min piskilêtek jê re kirî. Her kêlîkê min jê re sûret digirt. Li ser destan bû. Bi delalî min xwedî kir hetanî sefa yekê, li bajêr xwend. Hetanî bîranîneke wê tu carî ji bîra min naçe. Mala me li gund bû, pez û dewarên me li gund bû. Carina em diçûn gund, min bi xwe re dibir, zivistan bû em di mal de razan, lempe bû li gund wê şevê raneza heta bû sibeh. Wisa jinmama wê jê re misînok anîn çira jê re digotin, lê nesekinî girî heta bû sibeh. Sibehê min rabû rê girt min got ez ê herim malê, jinmama wê got: “neçe.” Min got na welehî ji duh ve Hevrîna min raneza ye, ez vê şevê jî serê li vir nadanim. Fêr nebibû.

Wiha jiyana wê li Dêrikê derbas bû hetanî bû sefa yekê. Berê ew cilên medresê hebûn, zarokên kiçik berdilkên wan hebûn, ketafî bûn, folar bûn. Min jî rabû du sidrî çêkirin. Min li zarokên xelkê mêze kirin ka sidriyên çawa dirûtine, min du sidrî ji Hevrîna xwe re dirût, min nexwest sidriyên wê bişibin ên zarokên din. Min bi destên xwe dirûtin. Herdu jî modelên wan hebûn. Min her sibeh jê re kewî jî dikirin û folarên wê jî û rîbanên wê, ketafiyên wê. Sefa yekê xwend û ji yên yekemînan bû. Xwend heta giha sefa nehê. Di sefa nehê de jî wiha bû, ji jêhatiyan bû. Berpirsê medresê got: “Medrese deyndarê keça te ye.” Min got: “Elahû meselî ela el nebû, tê niha çavekî li keça min bidî.” Pê re mamosteyê wê yê ingîlîzî jî hat hinde jê hez dikirin, ew bi xwe ji kiçkayî ve welê civakî bû. Hez hemû kesan dikir, heta rojekê hat got: “Mamoste ji min re gotiye ma qey pîrka te ne fileh e”, got welehî min gotiye belê pîrka ciya min feleh e, pîrka min ermenî ye. Mamostê wê jî fileh bû. Hat û got: “Hevrîn qîma min nayê ev çi elamet te anîne!” Wê jî got: “Eger te hinek dabana min min ê hineke din jî anîba.” Min jî got: “Ma qey kêm anî ye?” Wî jî got: “Belê kamil anî ye lê ez henekan lê dikim.” Wiha em pev re keniyan.

Her kesî jê hez dikir. Mamosteyên wê, şagirtan. Hetanî min pere didanê, pereyên xwe nedixwar, diçû dikaneke cîranê me hebû ji wê derê tişt dikirîn ji wê derê xirad dikirîn û didan hemû hevalên xwe. Welê bû kiçkotaya wê welê bû. Hingî me hemiyan jî delalî kiribû. Jixwe ya minî kiçik jî bû, min sê salan şîr dayê. Di dawî de ez ne li malê ji şîr vebû, em çûn merasîmê şehîdan li Tirpespiyê bû hevalan gotin tu yê li vê derê bû, nav xizmetê de bû heta eza xilas bibe, ez şeş rojan li wê derê mam, wexta vegeriyam sîngên min welê lê hatibû. Diya min jî got bes e ma ewqase mezin bûye vaye hindek maye here medresê hîna tu şîr didiyê. Wexta mezin bû henek dikir digot: “Diya min têr şîr neda min.”

Hevrîna min navê wê xalê wê lê kir. Hevrîn bi xwe jî “xasîr” li ser giya yî, ew ne xunav e, xasîr ew ya di bin avê de ye, weke pelka çigarê ye, weke gava mirov pîvaza naqeşêrê te dît toşeke tenik di neqeba pîvazan û pelçiman de heye, vêca ev jî ew xasîra di navbera gula û xinavê de ye.

Xalê wê jî ew jî kiçikê me bû jê re digot Ehmed. Diya min digot şekir, hittê gelek nav lê dikirin delalî bû. Wî jî got ka kaxezekê bidine min, gelek nav nivîsandin, pelikek rahiştê navê Hevrîn li ser nivîsî bû, wî jî got navê wê Hevrîn be. Min got Ehmê ma xwelîser ka kî dizane bibêje Hevrîn! Medrese jî nizane bi navê wê bang kin.

Wî jî got ma qey wê here medresa ereban na wê here ya kurdan.

Wiha hetanî sefa duwanzehê li bajêr xwend. Ji yekemînan bû. Hetanî di sefa diwanzedehê de asta tip anî. Ew asta bilind anî wan bîst û pênc pile jê kuştin, nedanê, ez rabîm çûm şebîbê. Ez rabûm çûm şebîbê navenda ciwanan yek hebû jê re dibêjin Xelîl, azin bû, bavê wî wefat kiribû navê babê xwe li kurê xwe kiribû. Ez çûm wir min got: “Ebû Xelîl ma wilo edalet e? Ji Hevrîna min re hisret bû pileyên baş bûne û here textoritiyê bixwîne.” Ji min re got: “Mane keça te ye, bila here beriya ku ez van pileyan jî jê bistînim.” Ev rastî hebû ji ber em mirovên kurd bûn, nehiştin keça min here tib bixwîne. Hendesa medenî jê re li Helebê derket. Çû hendesa medenî li Helebê xwend. Pênc salan xwend. Li Helebê dima. Min jê re epirax û dolme, meqlûbê, şêx mêhşî û tawayê hema her tişt, min jê re xwarin li malê çêdikir û min dicemidand û min jê re têxist kîsê naylonê de, min rê dikir Helebê. Hemî hevalên wê yên zanîngehê gelekî jê hez dikirn. Hin wêneyên wê hene di wê odeya wê de dişibe xwaringehê.

Her gav ez diçûm gel wê. Her min digot tu çawa li vir dixwînî. Digot yadê ev hevalên min li vir dixwin û diçin tenê ez û hevaleke xwe li ser vê tawilê dixwînin. Xwendina xwe xelas kir. Telefon kir got: “yadê va ye ez xericîm ma hûn nayên min nabin malê?” Min got ‘belê wela em ê werin te bibin.’ Wexta em çûn hevalên wê rahiştin çentê wê hetanî bi xwarê pê re daketin. Bi kurdên xwe, bi erebên xwe, bi kildanên xwe hemiyan jê hez dikirin. Ha ev silsila di stuyê wê de hevaleke wê jê re li ser nexta xwe kirî û diyarî wê kirî.

Wiha vegeriya malê, sê salan ma û dewleta Sûriyeyê kar nedayê, xeta sor di bin navê wê de bû. Ji ber ku em kurd bûn û kesên welatparêz bûn nehiştin îş bike. Ez welatparêzeke xurt bûm, lewra ji min re digot: “Ji ber tu welê yî te keça xwe çar – pênc sal da xwendin û ha tu nahêlî îş bikî! Hezkirina te ji keça te re ev e!” Min jî digot ‘em qet qebûl nakin ku em bibine ajanê tu kesî, bila keça min kar neke.’ Hevrîna min jî digot: “Bila ez îş nekim, min xwend ji bo zane bimînim.”

Bêhtir ên siyasiyê dihatin. Carekê wê birin wê jî kaxeza xwe jî bir, ewana jê re gotibûn bîne. Jê re gotibûn: “Em sed mirovî bigirin em diya te nagirin.” Hevrîna min jî gotibî: “Ha ha hûn wisa dixwazin ku xelk bibêjin ku diya min mîta we ye!! Hûn dizanin diya min nabe emîla we.” Bi vî rengî nehiştin ku îş bike. Yek carekê telefon hat ew jî yek ji yên siyasiyê bû. Bangî wê kirin ji bo here Şamê ew jî çû dema çû kaxezekê dinivîsînin ku EV XETER E LI SER EWLEKARIYA DEWLETÊ. Bi rastî jî birayê wê jî ji her hêlan ve hewl da ku li gorî xwendina xwe Hevrîn îş bike. Di dawî de li vê derê di beşa xematan de kar kir. Hevrîna min jî digot: “Her ku diçim dewamê yadê ew ê siyasiyê tê li gel min rûdinê hetanî dewama min xilas dibe.” Hetanî ew kesê han ku kaxezek bi navê wê nivîsandibû û pê hildabû, lê dema kar de carekê tê gel wê û jê re dibêje: “Pîroz be ev karê te, me gelekî hewl da ku em te têxin nava kar de.” Hevrîna min jî xwe ker dike û jê re nabêje ku ew dizane ku wî bi xwe kaxeza gilî hildaye ji dewletê re. Hevalek din jî ya Hevrîna min ji Tekê bû xeta sor li bin navê danî bin.

Hevrîna min kar kir heta şoreşa Rojava dest pê kir. Di 2011’an de, taybetî jî dema şoreşa 19’ê Tîrmehê de, hêdî hêdî wê jî cihê xwe tê de girt. Yekemîn saziya Nûrî Dêrsimê ava kir, ew hevaleke xort bûn berpirsiyarê saziya Nûrî Dêrsimê. Li ser perwerdan disekinîn. Di wê saziyê de ma heta ku şer û êrîş ji hêla dewleta tirkan û çeteyên dest pê kir li ser Serê Kaniyê bû. Paşê hate Rimêlanê. Kehrebê me qut bûn, şehîdên me çêbûn, birîndarên me çêbûn. Wê demê grûbek ji saziya Nûrî Dêrsimî derket ji bo ku li ser pirsgirêka ceyranê bisekinin, ceyranê bikin empêr û ne ferq û cudahî di nava miletan de hebin. Hetanî min rojekê jê re got: “Ka Hevrîn min em ê ji xwe jeneretorekê bînin.” Got: “Na. Yadê.. eger tu ji xwe re jeneretorekî bîne, ji ber pereyên te heye, lê ceyrana cîranê te tune ye, nabe.” Min got: “Ê de em ê yekê kiçike bînin ji van li ser banzînê kar dike.” Gote min: “Nabe yadê divabe mirov bi her kesekî bifikire. Eger cîranên te di tariyê de bin tu jî di tariyê de bû. Va ye em ê li ser karê ceyranê bixibitin. Va ye ez ê jî bibim wezîra kehrebê û ez rewşa kehrebê baş bikim.. baş e.” Sal û nîvê di desteya kehrebê de ma. Piştî wezareta kehreba jî sebira Erdogan nehat. Îcar bi kesên Cebhet Elnûsra re milkên me şewitandin. Yekemîn agir berdan erdê mala babê min, dehil û derên me şewitandin.

Hevrîna min ji wezareta kehreba derket derbasî beşa aborî bû, bû wezîra aborî. Ev malên plastîkî ava kirin. Erdek mala bavê min hebî ew der kir malên ji plastîkê. Sal û nîv di wî karî de jî ma. Her wextê bi milet ve difikirî. Min jî jê re got: “Ma tu jî karan dikî û rast dikî û teslîmî wan dikî.” Got: “Erê yadê ma wisa ye pêwîst e mirov karan rast bike û teslîm bike, ma xerabe teslîm bike.” Carekê min got: “Ma tu ne beşa kehreba yî çawa dikeve vî karî de.” Gote min: “Na yadê ma ez ne kehreba çêdikim, ez kehreba tînim.”

Rojekê got: “Yadê ez ê partiyekê ava bikim ma tu nabî hevala min?” Min got: “De here, welehî nabim hevala te, ma tu yê partiyekê li hemberî min ava bike.” Em welê bi hev re kenîn, heval jî rûniştî bûn min jî got qey henekan dike. Min hew dît ku derdikeve lê carina bi bîst rojan nayê malê. Min her dipirsî û wê jî digot yadê karê min heye. Rojekê hevalek telefon kir: “Yadê xwe hazir bike em sibe diçin Reqa yê.” Min nepirsî çi ye, tenê min got: “Bilanê.” Nayê bîra min di jiyana xwe de min qet ji hevalan pirsiye ma em ê herin ku derê, her min gotiye erê û bilanê.

Bû sibeh em çûn Reqayê. Hevrîn bû nehê roj axivî, pirsî ez li ku derê me, min jî got ez tême cem te. Got: “Welê neyê.” Min jî got: “Ma ez dizanim keça min.” Ji ber her kesî dizanîbû ez welê nediçûm tu deveran, kesk, sor û zerê min bi min re bû û wêne her li gel min hebûn. Em çûn me dît konferansê wan li dar ket. Di wê konferansê de Hevrîn hate hilbijartin Emîn Ama Partiya Sûriya Elmusteqbel. Dest bi karê xwe kir. Karê wê gelekî pêş ket. Her êvar divabe min zanîba li ku derê razayê. Bi partiya xwe re dest pê kir û pêş ket. Her demê derdê wê biratiya gelan bû, di navabera milet tu ferq û cudahî nemîne. Weke em kurmanc dibêjin”Ferq di navbera ecem û ereban de nemîne”. Em hemî weke hev in. Bi her kesê ji çi pêkhateyê yan jî çi gel be. Navê partiya wê partiya Misteqbela Sûrî bû. Yanî em ji bingehê de em Sûriyakê ava bikin û bikin Sûriyek demokratîk. Bikin Sûriyek wekhev.

Ev kelema han jî bû weke striyakê di qirika Erdogan de. Êdî çeteyên wî jî nedikarîn daqurtînin. Wê çi bike? Êdî roj bi roj îstîxbaratê xwe li hemberî Hevrîna min dan destpêkirin. Bi rêka îstîxbaratê xwe di roja 12’ê heyva Cotmehê ji ber ku 9’ê Cotmehê plana ku wan danîbûn li hemberî Rêber APO kirîn, xuya bû ew komplo berdewam bû, dixwazin her salekê kesekî ji nav me derêxin. Plana îsala jî di 9’ê Cotmehê de Hevrîna min kirin hedefa xwe. Nego Hevrînek birin, nego jineke êzidî, mesîhî yan kurd birin nego keça min birin, nego jineke birin, fikirek birin. Xwestin fikir tune bikin, xwestin mirovetiyê tune bikin, xwestin biratiya gelan tune bikin. Ji ber ku roj bi roj hevgirtina gelan çêdibê, yekitiya gelan çêdibê û ew serkêşa wê ye, ji ber wê di komploya vê salê de Hevrîna min li pêşiya xwe danîn. Di bin berpirsiyariya Erdogan de miroveke sivîl, mirovekî siyasetmedar hat qetilkirin, li hemberî şexseke jin, şexseke ne leşker bû danîn. Ne bi rengekî normal, bi rengekî hovîtî. Mirov fîşekêkê lê dide û dikuje, ewqase bi hovîtî li hemberî wê êrîşekî dijwar dibe? Hem fîşek, hem çermê por bi serê wê ve nehêliştibûn. Qey ev karê beşeran e. Ji ber wextê di erebeyê de ketine kemînê, misoger welê ye, yê şifêr revî ye, berê tirmbêlê daye firêzê, ji ber zanîne seyarakî misefehe ye, yanî fîşek tê de naçin, lewma fîşengan tavêjin tekerê erebeyê, dema dolab teqiyaye êdî mane sekinî, hetanî cama seyarê naşike, lê çi silah lêdayî, çi qunbere lêdayî, çi hesine lêdayî heta ev cam şikandine, wextê ketine kemînê Hevrîn telefon vekiriye bêje: “Yadê va em ketine kemînê” yê wan telefon girtine û nehiştin biaxive. Hevrîn telefon vekiriye, ji ne ew kesek nikare telefona wê veke, kembiyutera wê jî. Ez nizanim gelo telefon di destê wê de bû wan cam şikandine, gelo wan çawa cam şikanide, gelo dema wê xirikandine telefon ji destê wê ketiye erdê, ji ber min dengê wan dibihîst, hûn dibînin wan hovan, heta got bi erebî diştexilin. Ew çeteyên Erdogan in û çawa li hemberî jineke azad wiha vê kiriyarê dikin.

Li hemberî jinan ev yek pêk anîn. Ez jî dibêjim ez dawedar im û ez ê dawe xwe bigihînim mafên mirovan a cîhanê ger mafên mirovan hebe. Hetanî ez bigihînim imem elmutehîda jî. Ez ê dawe xwe bişopînim hetanî yek roj ji emrê min mabe. Îro Amarîka xebera wê heye ku ev partî hatiye avakirin. Însanek siyasetmedareke vê partiyê ye. Hetanî dengê wê di telefonê de dihate min digot: “Ez Seroka Partiya Suriya elmusteqbel im.” Bi kurdî jî dibêje, helbete yê miqabîlê wê kurd e. Helbet ê miqabîlê wê kurdekî xwefiroş e. Bêtirs ji wan re digot.

Ev cerîmet li hember Sûriyeya Azad kirin. Pir bi zanebûn kirin. Ev cihê ku em lê rûniştine ev oda wê ye lê xew dikir. Ev mal jî ya wê ye. Min xanî quliband li ser navê wê. Dema dihat jî li malê jî leptopa xwe vedikir û çavê wê li xwendinê bû. Her diçû ku derê ji me re digot. Her roja pênşemê min mal pak dikir ji bo ku Hevrîna min were û bêhna xweş ji malê were. Hetanî bi devê deriyê hewşê hemû gul min av dida û paqij dikirin. Hevrîna min xisarekî ne ji bo min bû, ji bo gelê kurd, ji bo mirovahiyê ye, ne ez tenê xemgîn bûm, her kesê ku pê re maye xemgîn dibû. Hevrîn hem xuha min bû, hevala min bû, diya min bû. Ez ji Erdogan re dibêjim roja te Hevrîna min tune kir va ye neh Hevrîn çêbîne. Roja me cenazê wê biriye û veşartiye wê rojê di gundê wê de dayikek me rihet bûye keçeke wê çêbûye wê dayikê got: “Di vî gundî de Hevrîn ji dayik bûye, di vî gundî de mezin bûye, wê navê keça min jî Hevrîn be.” Roja cenaza wê ji Til Temir hat dayikek me li vê derê rehet bûye, cenazê wê bi rê de tê hê negihiştbû xestê jî, hê negihiştî bû Dêrikê navê wê jî kiribû Hevrîn. Jinên kurd hemû Hevrîn in. Ez barê Hevrîn nahêlim li erdê. Ez ê ala yasmînê li ba bihêlim. Ez nehêlim lingê Erdogan bigihê vê erdê me. Banga min jî mafê mirovan re ku vê dawe min li hemberî Erdogan e, ez heqê Hevrîna xwe dixwazim.

Di şexê Hevrîn de hemû jinên cîhanê bi bîr tînim. Hemî şehîdan bi bîr tînim. Hemû dayikên şehîdan em destên xwe bidin hev û em bibêjin… na ji zilmê re… erê ji biratiya gelan re… ji ber ku jin jiyan e, xwedî li jiyanê derkevin… bijî berxwedana jinan… bijî kar û xebata ku jin dimeşînin… ez xiyaneta 9’ê Cotmehê şermezar dikim… şermezar dikim…

*Ji cîlda duyemîn a Rûpelên Jînê hatiye wergirtin

‘Dê bi hezaran Yusif ji dayik bibin û ew dê bibin xelata Kurdistanê’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar