Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

TJA’yê rapora binpêkirina mafan aşkera kir

Tevgera Jinên Azad (TJA), rapora xwe ya têkildarî tundiya li ser jinan ku hemû bajarên herêmê dihewîne, aşkera kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) rapora bajarên herêmê ya der barê tundiya li dijî jinan bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkera kir. TJA’yê xebat û lêkolîna  saleke dawî kir rapor û li navenda giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) aşkera kir. Nûnerên TJA, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên jin beşdarî civînê bûn.

Li ser navê jinan aktîvîsta TJA’yê Dîlan Guvenç rapor aşkera kir.

Rapora TJA’yê wiha ye:

“Ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya Li Ser Jinan re 3 roj maye

Em jin dîsa li qad û kolanan in. Li çar aliyê cîhanê jin li hember serweriya mêr, tundî, desthilatdarî û li hember şer, ji bo cîhaneke wekhev û azadiya jinan qêrîna xwe didomînin.

Weke jinên kurd, em ên ku bi dehan sal in ji bo azadiya jinan têdikoşin, me dest ji kolanan û berxwedêriya xwe ya li dijî her cure tundiya mêr-dewletî berneda.

Em dibînin ku li ser erdnîgariya me şer û tundiya li ser jinan her ku diçe girantir û zêdetir dibe. Em jî li hember vê helwesta mêr û dewletê ya şerxwaz berxwedana xwe mezintir dikin.

Îro li erdnîgariya Kurdistanê şerê ku didome, ne tenê ji aliyê fizîkî, ji aliyê derûnî, aborî û civakî ve jî gelek tiştan ji xwe re kiriye hedef  û rûxandinê pêk tîne.

Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de, bi taybetî jinên ciwan hedef tên girtin û dixwazin bi pêkanînên qirêj têkoşîna jinan têk bibin.

Azadiya jinan ku bi têkoşîna gelê kurd hatiye avakirin û gihîştiye astekê, dixwazin bi polîtîkayên xwe yên li ser jin û ciwanan bi xwezaya civakê bilîzin û biguherînin.

Ji roja ku AKP-MHP bûn desthilatdar heta îro, vîna jinan weke muhafazakar û jinên maqûl dîtin û li hemû qadên jiyanê  jî ev helwesta xwe ya li hemberî jinan li ser civakê ferz kirin.

Her pêvajoya ku li hember xwe wek tehdît bibînin de, berî her tiştî destkeftiyên jinan ji xwe re kirin hedef û tundiya li ser jinan jî ji xwe re wek rêya sereke ya xilasbûna ji têkoşîna jinan dîtin.

Îro, hemû rê û rêbazên wan parçeyek ji qirkirina jinan in. Bi hinceta OHAL’ê girtina bi sedan saziyên jinan, aktivîstên jin ên ku tên binçavkirin û dîl tên girtin, jinên ku bi KHK’yan ji kar tên avêtin, bi rêya qeyûman hedef girtina bîrdoziya  rêveberiyên herêmî yên azadîxwaz, krîmînalîze kirina (wek sûc nîşandayîna) hevserokatiyê û vekişîna ji Peymana Stenbolê hin ji van polîtîkayan wan in.

Ligel van kiryarên ku li ser hemû jinên li vê erdnîgariyê dijîn bandor dikin, di heman demê de şerê ku didome û di rastiya tecrîdê de çawa ku di hemû polîtîkayên xwe de tevdigere, di polîtîkayên xwe yên li ser jinan de jî, li erdnîgariya Kurdistanê cuda û taybet nêz dibe.

Ev polîtîkaya taybet ku bingeha nivîsandina vê raporê ye, îro encama kûrbûna neçareserkirina pirsgirêka kurd e.

Desthilatdariya ku di polîtîkayên xwe yên di ewlehiyê de bi israr e, li gel şerê ku dimeşîne, dixwaze ji aliyê civakî jî li erdnîgariya me planên rûxandinê pêk bîne.

Dixwazin gelekî ku û rehên wan ên polîtîk ji holê rakirî, ji nasname û ji çanda xwe dûr, civakeke hilweşiyayî biafirînin. Bi tevî tecrîda ku li ser Girava Îmraliyê tê meşandin, di serî de girtîgeh, hemû rehên berxwedêr ên civakê hedef tên girtin. Li Girava Îmraliyê ku weke sembol û nîşaneya bêhiqûqiyê ye, pêkanînên “rewşa îstîsna” li ser hemû civakê tên meşandin û ev pêkanîn weke kevneşopiyeke dewletê bûye bingeha hemû bêcezakirinan.

Rastiya milîtarîzmê ya ku ji serdestiya mêrî hêz digire, hêmana bêcezayiyê ji xwe re dike hincet, dike zirx û tundiya xwe zêdetir dike.

Li erdnîgariya Kurdistanê êrîşên tundiyê yên li ser jinan di nav vê zirxê de teşe digirin. Jin ne tenê li hember serweriya mêr, li hember netew-dewlet ku serweriya birêxistinkirî ye û li hember hemû cûreyên faşîzmê jî li ber xwe didin.

Jinên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin, rastî tacîza darazê tên, têkoşîna jinan bi cezayên dîl girtinê ya bi  dehan salan tê cezakirin.

Gelek jinên aktîvîst ên ku têkoşîna jinan dimeşînin, ji ber ku tev li 8’ê Adarê, 25’ê Mijdarê bûne tên binçavkirin, girtin û cezakirin.

Em dixwazin vê rapora xwe bi raya giştî re parve bikin ku cûreyên tundiyê yên ku li Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin, bên dîtin û zanîn.

Di pêvajoya amadekirina rapora xwe de, me dît ku em bi rewşeke ku di çapemeniyê de tên nivîsandin an jî bi raya giştî re tê parvekirin wêdetir re rû bi rû ne.

Li bajarên me bi destê kesên bi ûnîforma şerekî taybet ku jinan hedef digire tê meşandin. Weke parçeyek ji şer, girtina gelek saziyên jinan, her roj binçavkirin û girtina aktîvîstên me, her çiqas di dema nivîsandina raporê de, xwe gihandina agahiyan de zorê dabe me jî, careke din da xuyakirin ku ev rewşeke tundiyê ye û divê di heman demê de em li hember vê rewşê jî têbikoşin.

Bi ragihandina xwe, em dê di sala 2021’an de di navbera mehên rêbendan û îlonê de li Kurdistanê jinên ku hatine qetilkirin, rastî tundiyê hatine û rewşa ku ji ber hin polîtîkayên dewletê derketiye holê we agahdar bikin.

Li gor rapora me;

Bi destê bîrdoziya serdestiya mêrî ku bi hezaran sal in hatiye avakirin, qetilkirina jinan,  çawa ku jin ji aliyê fizîkî ve di xetereyê de ne, di heman demê de ji ber nasname, çand û tercihên xwe yên polîtîk jî tên cezakirin û tune tên hesibandin.

Jinên ku li hember van polîtîkayan derdikevin, têkoşînê dimeşînin, civakeke wekhev û azad diparêzin, bi destê dewletê rastî tacîza darazê tên û dibin hedefa hemû polîtîkayên qirêj.

Tecrîda ku tê girankirin, weke amûra meşrûkirina bêhiqûqî û bêcezakirin tên bikaranîn.

Her sûcên dewletê yên li hember her keseke/î kurd û jinên kurd bi weke sûcên ‘terorê’ tên nîşandan

Em vê hişmendiya mêr-dewletî ku tehammûla wî li hember tu kesên berxwedêr û hêza bi rêxistinkirî tuneye ji dîrokê nas dikin û dizanin.

Jinên ku bedenên wan bi awayekî tazî hatin teşhîrkirin, jinên ku di bin çavan de rastî destdirêjî û tecawizê hatin, ji ber şer mecbûr man ku koç bikin, li dîwarên wan nivîsên bêexlaqî hatin nivîsandin, jinên ku li avahiyên partiyê hatin qetilkirin, jinên ku mecbûr man jiyana xwe bi dawî bikin…û hwd.

Ev ne bi tenê serweriya mêran, ji bi sedema feraseta desthilatdariyê ya polîtîkaya fetihkirinê derdikeve holê. Em wek jinên kurd çawa ku me duh li hember van polîtîkayan serî netewand û me civakê bi wekheviya jin û mêran da bawerkirin, ji îro pê ve jî li hember van êrîşan, em ê tu caran dev ji têkoşîna azadiya jinan bernedin û xweparastina xwe li hemû qadên  jiyanê pêk bînin.

Rapora me ya ku me îthafî (diyarî) rêhevala xwe ya jin Denîz Poyraz ku li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hat qetilkirin kiriye, dê bi saziyên çapemeniyê re wek dîjîtal bê parvekirin.

Bijî Têkoşîna me ya Jinan!

Jin Jiyan Azadî!

Tevgera Jinên Azad (TJA).”

 

Tundiya bi unîforma

Di sala 2020’î de 75 jinan serî li Buroyê dane û 45 ji van jinan kurd bûn. Li gor van 45 jinên kurd sûcdar ev kes bûn;

Polîs : 49

Cendirme/Leşker : 15

Tîma Taybet : 3

Cerdevan : 1

Gardiyan : 19

Nobedar : 1

Peywirdarên din ên cemaweriyê : 30

DAIŞ : 1

Tundiya biunîforma ya ku ji hêla civakê ve tê zanîn û em jî ji wan agahdar in ev in;

* Tê zanîn ku leşker, polîs, nobedar û cerdevan li ber dibistanan wek sivîlan disekinin û dixwazin bi jinên ciwan re têkiliyan deynin. Ev kesên biunîforma hewl didin ku jinên ciwan bi sozên wek ‘evîn, zewacê’ bixapînin.

*Ev kesên biunîforma torên civakî yên jinên ciwan dişopînin. Dema ku jinên ciwan naxwazin bi van kesan re bipeyivin jî ev kesên biunîforma gefê li wan dixwin.

*Ev kesên biunîforma wêneyên têkiliya zayendî digirin û dîsa gefê li jinan dixwin. Ev kesên biunîforma bi wêne û axaftinan jinan dixin tora fihûşê.

* Jinên ku ji van kesên biunîforma re dibêjin em ê giliyê we bikin, ji aliyê wan kesan ve bi wêne, peyam û axaftinan tên tehdîtkirin, ev kesên biunîforma bûyera Musa Orhan tînin bîra jinan û jin neçar dimînin û giliyê wan nakin.

* Dema ku jinên ciwan naçin mala xwe yan jî dema ku tên revandin malbat diçe serî li qereqolan dide lê belê li qereqolê polîs ji malbatan re dibêjin ‘herin mala xwe, ew ê vegere’. Bi vî awayî giliyên malbatan nayên qeydkirin, mêrên ku jinan direvinîn nayên cezakirin û pere didin malbata keçikan û bi keçikan re dizewicin.

* Sektora fihûşê bi navê ‘Xaniyên bi kirê yên ji bo rojekê’ ev salên dawiyê tê teşwîqkirin. Li her derê Kurdistanê ev xanî hene û îlana wan li her derê ye. Ev xanî bi zanebûn nayên kontrolkirin.

* Kesên biunîforma li kafe, park û rawestgehan kaxizên ku hejmarên telefonan li ser in didin jinên ciwan. Kesên ku madeyên hişbirê difiroşin tên zanîn lê belê nayên astengkirin. Ev kes li ber dibistanan madeyan difiroşin ciwanan.

* Jinên ku di nava têkoşînê de ne ji aliyê hevjînên xwe, zarokên xwe, xizmên xwe û ciranên xwe ve tên krîmînalîzekirin.

* Dema ku sûcdar yekî biunîforma be jin ditirsin gilî bikin. Ji ber ku dizanin ew ê ji qereqolan bên derxistin û giliyên wan dê neyên qeydkirin, lewma bêdeng dimînin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar