Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...
Yekşem - 24 Cotmeh 2021

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Wefata M. Saît Uçlu û Îrfan Guler

Mirin sar e, qala mirinê her ku tê kirin hesteke çûnûnehatinê bi mirov re peyda dibe. Kî ku dikeve rêwîtiya mirinê, yên lipaşmayî dikevin nav xemgînî û keseran.

Di nav mehên berê de min xebera nebixêr, mirina du hevalên xwe yên dema girtîgehê girt. Hevalê M. Saît Uçlu û Îrfan Guler ji ber koronayê wefat kiribûn. Ez li benda peyitandima wê xeberê mam ku rast e yan na lê xeber ku di dawiyê de gihîştine raya giştî ew wefat piştras kir. Ji bo gelê azadîxwaz ev wefat windahiyeke giran û bi rastî bê wext bû.

Her du heval jî di qonaxa ciwaniyê de barê têkoşîna azadiyê girtibûn ser milên xwe, bê dudilî di vê riya ronî de meşiya bûn. Di salên xwe yên bîstîn de di zendên xwe de kelemçeya dijminê xwe re hevnasî bûn. Qehr û îşkenceya zindana Diyarbekirê ya ku bi plan û projeke vereşandina mêjiyê kurdî dabû ber xwe ku bibe encamê lê bi berxwedana dîrokî ya Mazlûm Dogan, Çaran û 14ê Tîrmehê ev hovîtî parçe kiribû, dîtibûn.

Ew salên ku her du jî di zindanê de bûn heta dawiyê bi berxwedanên bêhempa pêk dihatin û ew jî her tim li pêş bûn. Çendîn car sirgûn û îşkenceyên ji zindanekî heta yeke din re rû bi rû man. Tim li hember dijmin bê tawîz bûn û dilsozê doza azadiyê bûn.

Ez bi Seîd Uçlu re di zindanê de 8 salan, li derve jî Îrfan Guler re du salan di heman qadê de mam. M. Saît Uçlu hevalekî jîr, kêrhatî bû. Salên di zindanê tenê ji bo wî berxwedan nebû. Ew dikete perwerdeya hevalên xwe, rêvebirtî û karên din jî dikirin. Perwerdeya takekesî, karên nivîs a helbest û pexşanê ber re dibir. Ez ne şaş bim pirtûka wî ya helbestê ya ‘Îmbîkten Damitilmiş Sevdadir Diyarbekîr’ pirtûka wî ya pêşîn bû. Di nav salan de xebatên wî yên nivîskarî û rewşenbîriyê dewam kir. Sara’nin Duşlerî li girtîgehê hat nivîsandin. Di sala 2001î de ji girtîgehê derket.

Ew hem bi têkoşîna siyasî-civakî hem jî ya bi mêjî-entelektuel di refê têkoşîna piralî de kesekî bijarte bû. Çawa ji zindanê derket di qada kedkaran de bû alîkarê tevgera sendîkal û cihê xwe lê girt. Di vê navberê de xebatên rewşenbirî jî berdewam bûn. Li derve pirtûkên Sari Huzun, Herakles Dionsos Gobeklî Tepe Uygarligi – Xerawreşk, Gobeklîtepe Uygarligi (Xerawreşk) Kîmlîgînî Arayan Kent bi kedeke mezin derxist. Gava şertên mayîna wî teng bûn, tevî çend hevalên xwe derket derveyî welêt.

Li derveyî welêt jî sekn û rûniştin ji bo wî/wan heram bû. Îcar tevî çend hevalên xwe ketine nav xebateke dûvedirêj û gelek biwate. Dîroka têkoşîna azadiyê weke belgeroman dane pêşiya xwe. Komeke jêhatî ji bo vê xebatê liv û xebateke mezin dikir. Gişt jî xwedî tecrube bi salan di nav têkoşînê de bûn. M.Saît Uçlu û Îrfan Guler jî kedkarên wê yên kêrhatî bûn. Gelek belge, fîlm, hevpeyvîn, arşîv û hwd. di ber xebata xwe re derbas kirin, nisilandin û jê romana bi navê Guneş Ulkesînde Dîrîlîş: Amara amade kirin. 7 cild plan kirin û sê cild hatin çapkirin. Cilda yekî M.Saît Uçlu nivîsî, amade kir a duduyan jî Îrfan Guler.

Me gotibû derketibûn derveyî welêt. Erê wisa bû serpêhatiya wan. Dixebitîn, diviya li cem hev bûna. Ji bo wê jî di heman xaniyî de diman. Licemhevbûn gelek jiyanî bû lê xetere û nebixêriyek jî bi xwe re dianî.

Nexweşiya pêger pandemiya koronayê li her derê cîhanê belav bûbû. Koronaya zexel û xinîz li dor wan jî digeriya lê haya wan jê nebû. Zexelî ketibû nav çar dîwarên ew lê diman, gava ku hay jê bûn êdî dereng bû.

Du egît û lehengên dilsozê azadiyê, bi dehan salan dewleta tirk, hovîtiya Esat Oktay, îşkence û sirgûnan pê nikaribû, bi xiniziya koronayê ketin nav refên şehîdên azadiya kurd û Kurdistanê.

Helbet her şehîdek bi xweseriya xwe heye û pê tê nasîn. Helbet gelê kurd cihê cangoriyên xwe vala nahêle. Lê her yek bi cihê xweseriya xwe zehmet e ku bê dagirtin.

Ew bi kiryarên xwe, têkoşîna xwe û jiyana xwe ya şoreşger nemir in û weke hemû şehîdan riya me ronî dikin.

Bila serê gelê kurd sax be.

Nûçeyên Têkildar