Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...
Duşem - 17 Çile 2022

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Xelîl Guneş şoreşgerek dev li ken bû…

Xelîl Guneş tevî ku girtiyê nexweş bû jî nehat berdan û li girtîgehê hat kuştin. 29 sal li zindanan girtî ma û tu hêviyek ji serweran nekir. Êşên nava dilê xwe ji kesî re negot. Her tim ew têkoşîya û dikeniya. Dev li keniya wî ji bo hevrêyên wî dibû moral û kêfxweşî

Xelîl Guneş (53) di nameyek xwe de wiha dibêje: “Ez li zindanê bi hebên tesbîhê salan dijmêrim. Û her wiha nexweşiya vî temenî. Ji heval û dostan nede hîskirin bêyî ku ferq bikin. Ez li ber deriyên çewisandinê sînorên êşê derbas dikim. Li ber çavan ez baş digirim.” Bi gotina dayika wî ‘Xelîl li ber çavan wî jiyana xwe ji dest da. Lê ew serbilind bû û bi rûmet bû…’

Her kesê ku Xelîl nas dike peyva ‘Rûmetê’ ji devê wê derdikeve. Parlamenterê HDP’ê yê berê Faysal Sariyildiz li Girtîgeha Amedê Xelîl Guneş nas dike. Sariyildiz jî ji bo Xelîl heman gotinan dike û dibêje: “Tevî ewqas êşên wî yên giran û êş dikişand jî lê qet û qet ji serweran hêvî nekir. Xelîl tevî ewqas êşên giran jî her tim dikeniya.”

29 sal di girtîgehê de ma

Xelîl Guneş di sala 1992’yan de tê girtin û li girtîgehê 29 sal şûn ve hat kuştin, ruhê wî yê zindî na laşê wî yê sar ango darbesta wî derket. Nexweşîna penceşêrê lê ketibû. Ew di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digirt û tevî vê yekê jî nehat berdan. Li gel ku penceşêrê pişik û hestî pê re hebû jî her tim dihat sirgûnkirin. Di sala 2014’an de Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê rapora ‘nikare di hepsê de bimîne’ da Xelîl Guneş. Saziya Tiba Edlî (ATK) berevajî vê rapora nexweşxaneyê rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ da. Salek mabû ku Guneş were berdan lê li Girtîgeha Amedê li hucreya lê dima jiyana xwe ji dest da.

‘Ez ê negirîm’

Me berê xwe da cem dayika Xelîl Guneş, Sedef Guneş. Ew li taxa Meydanê ya bi ser navçeya Seyhana Edeneyê dijî. Dayika wî Sedef dibêje zarokatî û salên têkoşîna Xelîlê wê li vê taxê deras bûye û dibêje: “Min soz daye Xelîl ku ez ê negirîm.”

Ji Pirsûsê ye

Malbat Guneş ji ber hin sedemên cuda sê caran sirgûn dibe. Ji Pirsûsa Rihayê ewilî sirgûnî gundê Xurafa Semsûrê dibin û piştî çar salên li vir dîsa koç dike diçin taxa Kocavezîr a Seyhana Edeneyê û li vir bicih dibin. Xelîl li vê taxê tê dinê û pişt re ji ber zextên nijadpereset li du taxên din jî digerin û hêj ew heft heşt salî bûye bi sirgûnî û koçberiyê re rûbirû maye.

Wextê xwe nas dike

Xelîl Guneş hêj 8 salî bûye bavê wî wefat dike û bi 5 xwişk û birayên xwe û dayika xwe re li vê taxê jiyana xwe didomînin. Li gorî ku dayika wî dibêje têkoşîna lawê wê Xelîl wextê wan ji taxa wan derdixin dest pêdike. Xelîl ji dayika xwe pirsên ‘em rastgir in an çepgir in’ dike û dayika wî jê re dibêje: “Em kurd in, lewma me ji taxê derdixin.” Ev gotin ji bo Guneş dibe destpêka têkoşînê û xwe nas dike. Dayika wî tîne ziman ku Xelîl serê xwe li ser kurdbûnê diêşîne û ewilî ji rêxistinbûna ciwanên taxê dest pê dike. Dema Xelîl Guneş dibe 13 salî polîs cara ewil bi ser mala wan de digirin. Di serdegirtina malê de polîs dibêjin ‘Xelîl ciwanan ji bo PKK’ê bi rêxistin dike’ û îfadeyên dayika wî digirin.

Di 21 saliya xwe de berê xwe dide çiyê

Guneş dibistana seretayî, navîn û lîse li Edeneyê diqedîne û di 18 saliya xwe de Beşa Kîmya Fizîkê ya Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwazê qezenc dike û piştî sê salan zanîngehê dixwîne vedigere Edeneyê. Xelîl ewilî xwişk û birayên xwe dibe cihek xwarinê dide wan ango wan diezimîne. Pişt re tên malê xwişk û birayên wî radikevin û ji dayika xwe re dibêje ku ew ê tev li têkoşîna azadiya kurd bibe û ji bo vê yekê ji dayika xwe dixwaze ku destên wî hine bike. Dayika wî Sedef daxwaza Xelîlê xwe naşikîne û hinê li destê wî dide û dotira rojê jî wî li otogarê dişîne. Dayika wî Sedefê wiha got: “Min jê re got rêya te vekirîbe. Xatirên xwe ji min xwest û çû. Xelîl di 21 saliya xwe de tev li PKK’ê bû.”

Vedigere Amedê

Sedef Guneş anî ziman ku piştî ku lawê wê Xelîl salek li çiyê dimîne vedigere tê Amedê û li Amedê nêzî salekê xebat dike û di encama îxbarekê de tê girtin û wî dixin Zindana Amedê. Dayika wî Sedef wê serdemê wiha vedibêje: “Rojekê telefona me lêda. Min vekir ku Xelîl e. Keniya û ji min re got, ‘Ka rabe lawê te hatiye te bibîne’. Min jî jê re got hemin tu yê bihata, te bigota min ê taştê amade bikira. Ew jî keniya û got va ez li Amedê me û telefonê girt. Piştî demek dirêj ez hîn bûm ku Xelîl girtin e.”

Gotine mirî ye û wî rakirine morgê lê…

Di 13’ê sibata sala 1992’yan de tê girtin. Îşkenceyek mezin li Xelîl Guneş tê kirin. Di binçavan de tê gotin ku Xelîl mirî ye û wî radikin morgê. 36 rojan li morgê tê hiştin. Bi awayek tesadufî hemşîreyek kurd ku li wir dixebite ferq dike ku Xelîl Guneş nemiriye û wî bi biskûvît û şîr xwedî dike û piştî çar rojan dayika wî Sedef Guneş tê. Dayika wî Sedefê wiha dibêje: “Çawa ez rewşa lawê xwe hîn bûm, rasterast çûm Amedê. Li morgê jinek ciwan dixebitî. Wezîfedara morgê bû. Jinek kurd bû. Ji min pirsî got tu li kî digerî. Min jê re got dibêjin ku Xelîl di îşkencexaneyê de hatiye kuştin û cenazeyê wî rakirine vir. Wê xebatkarê ji min re got, ‘Tu dayika hevalê Xelîl î?’ Min nebir morgê lê ew çû. Tu nabêjê lawê min ku digotin hatiye kuştin, nemiriye û rakirine morgê û dijî. Xebatkara wir piştî 36 rojan ferq dike ku zarîn ango inte inte mirovek tê û dibîne ku ew kes dijî û ji kesî re nabêje û Xelîl tedawî dike û xwedî dike. Pişt re ez hîn bûm Xelîl nemiriye, ez rabûm çem dozgeriyê û min daxwazname dan û gotin ku lawê min nemiriye. Gotin lawê te miriye. Min got lawê min sax e. Li ser vê yekê dozger li cihekî û heta ez ji dozgeriyê derketim çûm Xelîl ji morgê derxistine û birine Zindana Amedê.”

Wî li girtîgehê dibîne

Guneş geşedanan pişt re qewimîn wiha vegot: “Saet di heştê sibehê de ez çûm girtîgehê. Min Xelîl li wir dît. Ji ber ku îşkenceya giran lê kiribûn nikarîbû li ser pêyan bisekeniya. Hevalên wî ew amade kiribûn û anîbûn cihê hevdîtinê. Min Xelîlê xwe li wir dît. Ji min re got ‘xem neke, ez rehet im’. Piştî wê ez sê caran çûm hevdîtina Xelîl.”

Girtîgehên ku lê maye

Sedef Guneş destnîşan kir ku lawê wê Xelîl di 29 salan de li 10 girtîgehan hatiye gerandin û ewilî li Amedê hatiye hiştin pişt re jî wî sewqî Girtîgeha Xelfetiya Rihayê dikin. Guneş anî ziman ku li girtîgeha Xelfetiyê gardiyanê îşkence li girtiyan ji aliyê Xelîl ve tê kuştin û pişt e jî wî sirgûnî Girtîgeha Xarpêtê dikin. Guneş diyar kir ku lawê wê li Girtîgeha Xarpêtê 45 rojan dikeve greva birçîbûnê û ji bo were tedawîkirin wî dişînin Girtîgeha Ulucanlara Enqereyê. Guneş anî ziman ku di dema tedawiyê de jî lawê wê Xelîl sirgûnî Girtîgeha Semsûrê, Girtîgeha Amedê, Girtîgeha Ceyana Edeneyê dikin û piştî Ceyhanê jî wî sirgûnî Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê dikin û da zanîn ku li ser daxwaza lawê wê vê carê wî dibin Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind.

Guneş got ku lawê wê heta roja ku koça dawî bike bi qasî 15 salan li Girtîgeha Amedê girtî ma.

Dilê wî ji bo Amedê lê dida

Dayika Sedef Guneş der barê lawê xwe Xelîl de wiha got: “Xelîl ji bo Amedê dimir, dilê wî ji bo Amedê lê dida. Wî qet nedixwest ji Amedê veqete. Mala Xelîl her tim girtîgeh bû. Wijdanê min rihet e. Xelîl ev 34 sal in ji vê malê derketiye. 29 sal in di girtîgehê de ye. Salek mabû Xelîl derkeve. Em li benda hatina Xelîl bûn. Wê Xelîl di 26’ê kanûna 2022’yan de derketa. Lê ez qurbana wî me. Cenazeyê wî bi ser min ve hat. Di dawiyê de hat lê cenazeyê wî hat.”

Sariyildiz: Li gel êşê jî dikeniya

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Faysal Sariyildiz di sala 2012’an de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê Xelîl Guneş nas dike. Sariyildiz qala bîranînên xwe û Xelîl Guneş kir û destnîşan kir ku dema wan nû hev nas kir her tim serûm di milên Xelîl de bûn û ji ber kansêra hestiyan lê peyda bûbû gelek êşên wî giran hebûn. Sariyildiz ji bo Xelîl Guneş wiha dibêje: “Meriv êşên ku Xelîl dikişand di awir û qurmiçkên serûçavên wî de didît. Lê tevî vê êşa giran jî her tim bişîrînek li serûçavê wî hebûn. Tevî vê êşa giran û kambax her tim dikeniya.”

Behrek bû

Sariyildiz anî ziman ku Xelîl Guneş rastiya dewletê ji her kesî baştir dizanibû û di her axaftinên xwe de digot ku tu baweriya wî bi edaleta dewletê nayê. Sariyildiz destnîşan kir ku Xelîl ji bo wan pêşeng bû û wiha got: “Xelîl ji bo me berhek bû. Her tim digot ez vê dewletê baş nas dikim. Tu hêviya min jê nîne. Dewlet ji bo me tiştekî nake. Dema wisa digot jî meriv tu bêhêviyek û bêmoraliyek jî li serûçavê wî nedidît. Her tim digot wê têkoşîna gel me xilas bike, me ji vir derxe. Her tim bendewariya wî gel bû. Diyar dikir ku guhertinek çêbibe jî wê bi têkoşîna azadiyê pêk were.”

Kêlî bi kêlî êş kişand û hat qetilkirin

Sariyildiz di dawiyê de ji bo Xelîl Guneş wiha got: “Dema diaxivî hema meriv dixwest lê guhdar bike û lê temaşe bike. Piştî her axaftina wî min wî hembêz dikir. Wî wisa bidilgermiyek mirovan hembêz dikir, pir ji dil bû. Ew her tim beriya xwe bifikire, hevalên xwe difikirî. Pir ji hevalan hez dikir. Ewqas êş dikişand jî lê qet rojek jî negot hevalno, hevalo ez diêşim. Gilî û gazinên xwe nekir. Bifikirin ez qala sala 2012’yan dikim. Nexwe hevalê Xelîl her roj her kêlî êş kişandiye û hat qetilkirin. Di nameyan de qet qala êşa xwe nedikir. Tu hêvî û bendewariya wî ji serweran tune bû. Tu carî gazî û hawar nekir. Li hember gel jî hestiyarî tevenegeriya. Bi bêdengiyê kêlî bi kêlî êş kişand û şehîd bû. Mirovek wisa bi rûmet bû.”

Çavkanî: MA / Cemîl Ûgûr – Selman Guzelyuz – EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar