Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...
În - 7 Cotmeh 2022

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Zanist û  zanîn

Medenî Îlhan

Barana dibariya toza li ser belkê daran paqij dikir. Belkên nû û xweşiktiya kulîlkên wê xuya dikir. Li kêleka wê li ser çiqên wê darê dengê çukan li derdor belav dibû. Ewrên reş xwe li ser herêmê belav dikir û roj di nava wan ewran de winda dibû. Dar, ax, hewa di nava zelaliyekî nû de mabû, li aliyê din zarokan ji xwe re bi heriyê dilîstin; berhemên ji heriyê çêdikirin pêşkêşî hev dikirin û dengê wan xweşiktiyek li asîman dida avakirin.

Piştî germahiya heyvan domandî, bi barîna baranê cihê xwe ji hewayek xweş re hiştîbû. Hertiştî xwe nû dikir, ev nûbûn zelaliyek bû. Li kêleka van zilamek xwe pir zana nîşan dida xuya dikir û ji bûna wî zanist bingehê jiyanê ye bi derdor re parve dikir. Jiyaneke bê zanist ji mirinê jî xirabtire di nava gotinên wî de derbas dibû. Zanista wî ne tenê yek du mijar, tevahiya mijarên rojane tê beramberî me di nava xwe de dihewand; di derbarê, barana zêde, atom, komûnîzm, sosyalîzm, kapîtalîzm, azadî, neheqî û gelek mijarên din li ser diaxivî.

Ji vê zanista xwe gelekê razî bû û ji bo xwe bêxe çavê mirovan de ev pir bi awayekî jîr didomand. Ev rewşa wî kesên din hîn bêdengtir û rêzdartirbin dida nîşandan. Em çiqasê ji zanistê ditirsin; kesê ku dizane em çiqasê jî jê re rêz digrin. Weke her mirovên din yên ku girêdayî madeyên hişber, alkol û cixarêne ev jî girêdayî zanistê bû.

Ger zanîst neba em ê li kuderê ban? Gelo em ê pir paşketîban? Kî li gorî çi paşketî? Gelo ma wê jiyana me bi tiştên normal re sînordar bimaya? Zanist şêwedane, zanist azadiyê ne dixuliqîne ne jî dide me. Kesek dikare berhemek nû çêke û di nava çend deqeyan de li dora cîhanê bizivire lê ev ne azadiye. Zanist ne hêmanekî xuluqkariyê ye. Ji ber ku zanist demkiye, ew tu caran nikare xwe bigihîne cewherê rast û heqîqetê. Ya tê zanîn hertim di paşerojê de ye, paşeroj jî hertim îro vedişêre. Ger azadî nebe, jîrtiya zêhna me nebe, pêhes nebe famkirin ne gengaze. Famkirin bi zanistê pêk nayê. Dibe hûn bejin ma zanist ne pêwîstiyeke, ger zanist nebûya me yê bikariya em berhemên nû bidin avakirin?

Berhemên nû û xuluqkarî ne bi zanistê, dema ku zêhna me vale be dixuluqe. Bi vê riyê xuluqkarî û famkirin xwe dide der. Kesên kû keşfên nû û berhemên nû pêşxistîn jî ne bi zanistê bi pêhesên xwe kirine. Bêguman zanist ji bo gelek tiştan pêwîstiyeke, ew dibe sedem ku em hîn rehettir tevger bikin, jiyana rojane di aliyê teknolojîk de siviktir bikin û gelek tiştên din jî. Lê di aliyê cewherê xwe famkirinê de bi wê zanistê tê ji xwe dûr bikevî. Dema ku zanist ji bo kesan yan mezinkirina kesan hate karanîn ew bi zerer e, cudabûn û dijminatiyê dide çêkirin.

Xwe bi zanista xwe bingeh nişandan, dibe sedemê belavbûnan. Teknîk pêşxistin, teknolojî pêşxistin, ziman fêrbûyîn ji bo ji dervehiya zanistê başe lê ji derveyî vê jiyana hindirîn bi zanistê tê tunekirin û ev xwe li jiyana ji derve de jî dipêçe. Wêdemê em çi dizanin? Di gelek mijaran de em xwedî zanistin, gelek mofredat me li xwe kom kirine û xwe weke hertiştî dizanîn didin nîşandan. Piştî vê? Zanistên ku di derbarê şer de heya niha şer daye rawestandin? Delîlên di destê me de kûştin daye sekinandin? Ez bawer dikim ku di destê me de bi sedan rûpelên di derbarê kîn, hesudî, kuştin, tecawuz, zordarî û gelek tiştên din hene, gelo van rûpelan heya niha ev dane rewastandin? Gelek caran em wisa dibêjin ku divê gel were perwerde kirin, di derbarê şer, kuştin, tecawuz, edaletê de bibe xwedî agahî, lê van agahiyan ev kaosên he ji holê ranekirin. Ya em dizanin çiye, em di derheqê çi de xwedî zanistin? Zanist ceribandinên bi hezaran salane. Li aliyê din kevneşopî û hişmendiyeke. Tevgerên me yên niha şêwe dide, ev jî sedemê xwe ji dîn, netew, malbat, eşîret û gelek tiştên din digre. Hemû şêwedan tenê pevçûn û êşên hîn mestir bi xwe re tîne.

Em ji aliyê civaka hezaran salan ve hatîne şêwedan û hemû bertekên xwe, fikrên xwe, nêzîkatiyên xwe li gorî wê didin rêvebirin. Fikrên cuda cudabûnên cuda dixuliqîne, dema em bi fikrên cuda, ceribandinên cuda, îdeolojiyên cuda tevger dikin, em pitir nêzîkî cudabûnan dibin. Hinek bi heyîna xweda re hatine şêwedan, hinek bi neyîna xweda re hatine şêwedan û hinek jî bi pirxwedayan hatîne şêwedan. Em yên bi lawir û keviran hatine şêwedan jî danin vir wê ne xirab be. Zanist tenê ya di demboriyê de qewimiye dikare raxîne ber çavan.

Zanist astengiyeke ji bo famkirinê. Ger zanîst nebe em valehiyekin. Lê em ji valehiyê ditirsin, çawa dibe em valehiyek bin? Em valehiyekin û ev heqîqeteke. Evqasê xwe ecibandin û xwe li ser hertiştî re dîtin, xwe zana dana nîşandan ji bo çiye? Ji ber ku em ji valehiya xwe ditirsin em xwe bi tiştên din yên cuda tijî dikin. Yan xwe zana, yan zengîn, yan xweşik didin nîşankirin. Yan jî bi xeyal, hêvî, bawerî û fikrên din yên cuda em wê dinixêmin. Lê em di nava van qilifan de tenê valehiyekin ango em ne tu tiştekin. Dema me ev zanî wêdemê wê zanîna me pêşbikeve. Em çiqasê şerm dikin ku bêjin ez nizanim? Nezanîna xwe em bi gotin, peyv û zanistên dem borî dinixêmin. Di rastiyê de em kesê nasnakin, ne malbata xwe, ne heskiriyê xwe, ne zarokên xwe, ne derdorê xwe. Hîna me xwe nasnekirî em ê çawan wan nasbikin? Dibe di derbarê xwe de me gelek zanist, zanyarî, şîrove û ecibandin kom kiribin, lê em ne di ferqa yê veşartî dene. Ger zelalî nebe çawa dibe zanîn hebe, ger paşeroj tune nebe wê zelalî çawa xwe nû bike. Mirin kêlî bi kêliye, mirin ne berhevkirineke. Zanist bê zanabûniye û nezanîn jî destpêka zanabûnê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar