Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...
În - 7 Cotmeh 2022

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Zerîn Rûken: Dê Îran bi têkoşîna jinan azad bibe

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Rûken destnîşan kir ku jinên Rojhilat-Îranî wê azadiyê bi xwe re bînin û ji bo berxwedan û rêxistiniya hevpar bang kir.
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Rûken li ser komkujiyên ku dewleta Îranê li jinan dike, ji ANF’ê re axivî.
Zerîn Rûken diyar kir ku şoreşa jinan a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat afirandin bi perspektîf û polîtîkayên xwe êdî rastiyeke ku nikare bê înkarkirine û ev tişt anî ziman:”Li tevahiya cîhanê, li Kurdistanê, Rojhilat-Îranê bûye hêviya azadiyê ya gelan û jinan. Pêvajoya şoreşgerî ku hewl tê dayin bi pêşengiya tevgera jinan a Rojhilat bê meşandin, bi sîstem û avakirina neteweya demokratîk re jinên rêxistinbûyî, sekna îradeyî û têkoşîna me ye ku li hemberî sîstema Îranê têk naçe.
Yek ji armancên bingehîn ên gelek komkujiyên li hemberî jinan tê kirin, hewldana ji bo astengkirina şoreşa jinan e ku bandorê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dike. Li Îranê hêza jinê gelekî diyarker e. Ya ku krîzên modernîteya kapîtalîst afirandiye, ya ku fetha mejiyê mêr ê serwer ê li Rojhilata Navîn ji holê rake, şoreşa jinan e. Li Îran û Rojhilatê têkoşîna jinan diyarker e. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku şert û merc, derfet hemû guncaw in.”
Zerîn Rûken anî ziman ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bêyî şoreşa jinan a ku bandorê li her qadê dike, nepêkane ku mejî, îdeolojî û pênaseyên mêr bêne guhertin û ji holê bêne rakirin.
Rûken bi dewamî got, “Bi taybetî gava encamên têkoşîna jinan tên nirxandin, tê dîtin ku hêzên sîstema rejîma Îranê ya serwer, mêtinger dixwaze bandor û sîstema bi pêşengiya jinan tune bike, eger nikaribe, her refleksa wê lawaz bike. Bi vê armancê polîtîkayên şerê taybet xistiye dewrê. Qirkirina li jinan tê ferzkirin, bi vê armancê ye.”
Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken anî ziman ku karên azadiya jinan ku yek ji karên herî stratejîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ji bo hemû parçeyên Kurdistanê û jinên li tevahiya cîhanê ye û wiha dewam kir, “Jinên cîhanê ne tenê fikrên Rêber Apo hêja dibînin, di heman demê de weke projeyeke azadî û rizgariyê dibînin. Rejîma Îranê ya mêtinger jî dixwaze bi tundî êrîşî vê hêza azadiyê bike, ji holê rake û bêbandor bihêle. Bi êrîşên li dijî jinên Îranî û rojhilatê Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet weke planeke dewletê ya stratejîk a kûr xistiye dewrê. Dijminatiya li jinan diafirîne. Li Îranê û rojhilatê Kurdistanê, bi qasî parastin îdeolojîk, ji her demê bêhtir pêwîstî bi sekn û rêxistinya jinan a bi perspektîfa şoreşa jinan heye.”
Zerîn Rûken destnîşan kir ku li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê komkujiya jinan, destavêtin, nixumandina jinan, şerê qirkirina jinan ên li hemberî şoreşa jinan tê kirin, di heman demê de şerekî îdeolojîk e û got, “Ev şerê îdeolojîk êrîşeke plankirî ya stratejîk a modernîteya kapîtalîst e ku li nava civakê, siyasetê, aboriyê, xwezayê, çand, hunerê, medyayê, perwerdeyê li dijî jinan dike. Radixe pêş çavan ku zayendîperestiya civakî gihîştiye asta herî bilind. Li Îranê jin li dijî vî mejiyî êdî li ber xwe didin. Weke jinên fars, kurd, ereb, belûc û azerî, divê em rêxistiniya xwe, xweparastin û têkoşîna zayendî xurt bikin, pêngavên şoreşgerî biavêjin. Dem ew dem e ku bi piştevaniya jinan em hîn bi pêş ve biçin, rêxistiniya hevpar bikin. Beriya her tiştî divê em ji aliyê mejî, hişmendî û îradeyî ve xwe bi pêş ve bibin.”

‘Divê çalakî berdewam bikin’

Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken diyar kir ku têkoşîna jinan a li Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bûye xwedî nasnameyekê û got, “Ev dirûşm êdî li tevahiya cîhanê bûye qêrîneke jiyana azad. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê di meşên ji bo Jîna Emînî de mêr û jinan ev qîrîna azadiyê bilind kirin. Hêza ‘Jin, jiyan, azadî’ derseke mezin daye dewleta mêtinger. Civaka îranî divê li dora vê dirûşmê daxwaz û çareseriyê biafirînin û çalakiyên xwe hîn mezintir dewam bikin.
Jin tê wateya çavkaniya jiyanê, tê wateya jînê. Divê bê destnîşankirin ku jin nasnameya xwe ji vê rastiyê werdigirin. Ji ber vê yekê jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku têkiliya xwe ya bi jiyanê, civakê, ked, eşq û berxwedanê gelekî xurt e, wê van êrîşen qirker rawestînin, Îraneke ku ji bo jinan ewle û azad e biafirînin.”
Di dewama axaftina xwe de Zerîn Rûken diyar kir ku di serî de jinên kurd, jinên fars, belûc, ereb û azerî li bajarên Sine, Merîwan, Tehran, Meşek û Îsfahanê bi çalakiyên mezin nîşan dan ku li dijî talan, dagirkerî, qirkirin, destavêtin û tundiyê xwedî li nirxên civakî derdikevin û got, “Yek ji armancên bingehîn ên mejiyê kujer ku li Îranê û rojhilatê Kurdistanê li dijî Jîna Emînî ya ji Sineyê û Şilêr Resûlî ya ji Merîwanê hat nîşandan, astengkirina şoreşa jinê ye ku bandorê li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dike. Ji ber ku Îran wê bi îrade û rêxistiniya jinê azad bibe. Krîzên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine afirandin, mejiyê bi serweriya mêr û fetha vî mejî ya li jiyanê wê bi şoreşa jinan ji holê bê rakirin. Ji bo vê jî şert û merc, her wiha derfet hene. Bêyî şoreşeke jinan a bingehîn ku bandorê li her qada jiyanê dike, nepêkane ku mejî, pênase û îdeolojiya mêr ê serwer were guhertin û ji holê bê rakirin.
Lewma qanûnên şerî yên bi navê olî têne ferzkirin û qanûna nixumandinê berevajîkirin e, dijminatiya li jinan e. Tirsa ji jinan e. Hewldana ji bo bêîradekirina jinan ye ku li azadiyê digere û xwedî îrade ye. Ji ber vê yekê sernixumandin û turban li jinan tê ferzkirin. Jîna Emînî bi hemêt xwe nixumand. Bi sekna xwe ya esîl çû bajarê Tehranê. Lê belê mejiyê mêr nekarî xwe li vê sekna esîl rabigire, bi aqlê herî qirêj ê dewletê nixumandin kir hincet, bi îşkenceyê Jîna Emînî kuşt. Û em dibêjin, kuştina jinekê ji bo me hinceta wê yekê ye ku li rojhilatê Kurdistanê û Îranê şoreşa jinan bikin. Têkoşîna tevgera jinan a li Rojhilat ji bo jinên Îranî hemûyan bi taybetî jî ji bo jinên kurd, belûc, fars, ereb û azerî bûye hêviyeke mezin. Bi sed hezaran jinên ku ji bo Jîna Emînî daketin qadan, bi mîlyonan Jîna ne. Rejîma Îranê ya ku gefê li vê îradeyê dixwe, bi sedan mirov binçav kir. Kesekî jiyana xwe ji dest da. Êrîşî gel kir.”
Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken destnîşan kir ku dem hatiye mejiyê bi kuştina jinan, girtin, zext û komkujiyan dixwaze jinan bitepisîne bê rawestandin û got, “Em di demeke welê de ne ku têkoşîneke mezin bê meşandin. Rejîma Îranê bi êrîşa li ser jinên têkoşer dixwaze civakê teslîm bigire. Her wiha bi êrîşa li dijî hêviya azadiyê ya jinan hewl dide ku mejî û ruhê wan teslîm bigire. Lewma bênavber êrîşan dike. Vê destavêtinê li jinên Îranî hemûyan ferz dike, rewa dike. Êrîşa bi hinceta hîcapê peyamek e. Teqez rasthatin nîne. Bi plan e, bi rêk û pêk e. Planeke şerê taybet e. Ya rast nîşan dide bê çiqasî ji jinan ditirse. Gel û jinên Îran û rojhilatê Kurdistanê ji bo Jîna Emînî bûne yek. Hêrsa gelê Îranê û Rojhilat gelekî mezin e. Ev hêrsa rêxistinbûyî ya gel, hêzeke rêxistinbûyî ye. Wê azadiyê bi xwe re bîne. Divê bi xweparastinê hesab bê pirsîn. Xwendekarên li Zanîngeha Tehranê bi dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ kolan hejandin. Ji bilî zext û zilmê tiştek nemaye ku rejîma Îranê bide civak û jinên Îranê.
Di şoreşa Îranê de jin hêza diyarker e. Niha ji bo pêşîgirtina li vê yekê her cure êrîşê rewa dike. Berxwedana gel û jinan a li hemberî vê polîtîkayê gelekî bi xurtî tê meşandin. Dewama vê jî wê hebe. Em vê sekna esîl a leheng a gelê me yê Rojhilat û Îranê; ya li Sine, Seqiz, Merîwan, Tehran, Meşet û Îsfahanê silav dikin. Bi rengekî ku li dîrok û kevneşopiya xwe bê, Jîna Emînî û Şilêr Resûlî spartin axê. Hesab ji vê dewleta kujer dipirse. Xelkê Seqizê bû Jîna û herikî. Bajarê Sine bû Jîna û Şilêr û mîna çemekî herikî. Gelên cîhanê bi êşa Jîna hesiyan, bûn deng wê. Ji bo hesabpirsîna ji hovîtiya mêr a rûyê wê yê bedew qetil kir, soz dan. Careke din fêm kir ku li Îranê heta azadiya jinan misoger nebe, garantiya tiştekî nîne. Ji ber vê yekê destmala li ser serê xwe li qadan derxistin. Dilê Jîna di nava stêrkan de ber bi bêdawiyê oxir kirin. Polîsê exlaqê yê Îranê di bin navê exlaqê de bêexlaqiya herî mezin kir.
Civakê û jinan bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ hêrs û çareserî nîşan dan. Got ku dem hatiye ji vê dewleta kujer a Îranê hesabekî bingehîn bê pirsîn. Gelên Îranê û rojhilatê Kurdistanê xwedî hêrseke gelekî mezin e. Ne tenê şînê digire, her wiha li ber xwe dide. Careke din nîşan da ku li azadiyê digere. Li dijî qirkirina jinan li qadan e. Li dijî qirkirina jinan hesab dipirse. Bi yek deng, dil û daxwaza azadiyê ya Jîna û Şilêr, li dijî rejîma Îranê ya mêtinger nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan da.”
Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken destnîşan kir ku bi sed hezaran Jînayan turban ji serê rakirin, ev sîstema koletiyê ser û bin kirin û got, “Jinên ku tev li merasîma cenaze bûn, peyameke bi vî rengî dan û li ber rejîma Îranê ya mêtinger rabûn. Banga îstifayê li hikûmeta Îranê hatiye kirin. Bi xweprastinê wê mafê xwe yê herî bingehîn; xwe biparêze. Dema ku ew rûyê bedew ê Jîna li kolanên Tehranê bi erdê re hat kişandin, ne Jînayek lê belê hest û bedena bi milyonan Jînayan hat kuştin. Weke bi mîlyonan Jîna em hesab dipirsin. Ev sîstema mêr neçar e ku hilweşe. Wê li pêş çavên gelê me bi cezayê herî giran bê cezakirin. Lewma gelê me û jinên Îranê û Rojhilat ên rabûne ser piyan, wê hesabê herî mezin bi mezinkirina têkoşînê bipirsin.”
Zerîn Rûken ragihand ku vê sekna serhildanê raxist pêş çavan bê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di kîjan astê de bandorê li jinên rojhilatî dike û got, “Ev sekn sekna azadiyê ye. Yê ku ev hêz afiran Rêber Apo ye. Li ku derê rêxistiniya jinan a xwedî îrade û bi bandor hebe, hêza vê paradîgmayê ye. Jinên li Rojhilat û Îranê jî bi bandora vê paradîgmayê ber bi azadiyê ve dimeşin. Ev pêvajo jî bi pêşengiya jinên fars, kurd, ereb û belûc bi pêş ve diçe.”

Azadî dê bi têkoşîna jinan were Îranê

Zerîn Rûken destnîşan kir ku têkoşîna jinan a li Îran û Rojhilatê gihîştiye asta têkoşîneke xurt û got, “Pêkane ku mirov li bendê be li Îranê gelek teqînên civakî û raperîn bi pêşengiya jinan pêk werin. Ji ber ku jin li her derê, di her serhildana civakî de serkêşiyê ji têkoşîna azadî û demokrasiyê re dikin. Armanca bingehîn a raperîna jinan a li Îranê destpê kir, hesabpirsîna ji sîstemê ye, lêpirsîna bingehîn a li tundî û desthilatdariyê ye. Derdorên berfireh li dijî serweriya mêr, di dijberiya li faşîzm û kapîtalîzmê de dibin yek û daxwazên guhertina bingehîn a sîstema Îranê kirin. Sîstemeke nû ya jiyana civakî wê bi pêşengiya jinan şîn bibe. Weke encameke qanûnên bêîradehiştina jinan, polîtîkayên zextê yên li dijî jinan, Jîna û Şilêr qetil kirin. Li dijî rejîma Îranê ya mêtinger û dijminê jinan, li dijî vî mejiyê ku wezîfedarên dewletê yên taybet diparêze, îro gelê me li her devera Îranê û Rojhilat rabûye serhildanê. Azadî wê bi hêza rêxistinî ya jinan bê Îranê. Em sekna serhildanê silav dikin. Îran wê bi têkoşîna azadiyê ya jinan azad bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar