Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...
Çarşem - 19 Çile 2022

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Zilamtî desthilatdariyê îfade dike!

Gelo zilamtî çi ye? Mirov çawa û bi çi rengî dikare terîf bike? Ger bi rastî em îro ji zilamekî pirs bikin ku zilamtî çi ye û çawa ye, dê pir zêde bersivekî neyê dayîn, ango tu yî nikaribî li bersivê bi awayekî rast fam bikî. Tu bibînî ku di bersivdayînê de zihiniyetekî paşverû yê girêdayî zilamê serdest e, dê derkeve holê. Lê ji zanistiya ku tevgera PKK’ê daye me dixwazin xwe bigihînin wateya rast a vê babetê. Bêguman mirov dikare diyar bike ku her kesek di nava tevgera azadiyê PKK’ê de cihê xwe digire, li hemberî vî mijarî têkoşînekî bê eman tê dayîn ku ji zihinyeta damezirîner a pênc hezar sal xwe rizgar bike û xwe bigihîne kesayeta pêşeng a Mazlûman, Zîlanan.

Mirov parçeyekî ji xwezayê ye û ji sedî sed bûyerên ku di xwezayê de jî rû didin, her wiha di mirov de jî diqewime. Lê di xwezayê de hevdû temamkirin, ango perdeya şermê heya, lê ev perde di mirovan de gelek kêm û xedar e.

Di roja îro de gelek şîrove li ser babeta zilam heya, yê ku dibêjin zilam her tiştên baş bi xwe re aniya. Heya hin tevger îdia dikin ku adalet, wekhevî û karkirin bi xwe re aniye ango peyva zilamtiyê bi vê dide pênasekirin.

Ev rastiyekî domdar e ku ji bo jiyanekî azad pênasekirina zilam û guherîna zilam barekî gelek giran e lê pêdiviyekî derûriye. Ji ber ku çîroka serdest a mêr, di heman wextî de çîroka dagirkirina li ser jinan e. Di vê xisletê de mêr dikin kirde û ew dikare her tiştî bi dest bixe, lê jin ne tu tişt e.

Bi rastî guherîna mêr têkoşînekî pir alî divê ku bikaribe bi ser xwe ve we re û ji kevneşopiya dembûrî rizgar bibe. Lê pêwîst dike ku li hemberî wê ji hewldanekî mêr hebe ku xwe ji vê babetê rizgar bike. Me di pirsa yekem de hewl dabû ku hindek zilam gufto bikin. Bê guman zilam ew kes e ku cara yekem serdestiya bi hêz a ku li ser jinan hatiye ku ne mijarekî rasthatinê ye. Bi heman awayî jin hêz û berdevka civaka xwezayî ya bingehîn in. Piştî ku sîstema dayikê ya ku bi hezarên salan xwe domad, sîstema bavik salarî xwe wekî navenda wê hêzê dît û bû kesê serwer ê pêşî.

Divê em carekî din diyar bikin ku ji bo têkiliyên baviksalarî hêz bi dest bixe, mirov nikare bi çavekî nêçiriyê lê binêre. Mirov nikare wekî pêwîstiya derketineke zagonî ya zelal bigire dest. Ji ber ku zilam xwe li ser rasteqîna hêza zêde, kiriye berdevkê civakê û wisa kariya xwe li ser civak û jin serwer bike. Ji bo wê pêwîst e em vê mijarê ji pêvajoya herî nêz ve reva bikin û diyar bikin ku zilam di encama hêza xwe ya fizkî de û di navê de kurnazî, kariye xwe wekî kesê îstîsmarker pênase bike.

Li ser vî bingehî jin wekî zayindek, wekî mirovekî ji civaka xwezayî ye dikare werê fikirîn, lê bi demê re hêza xwe ya bingehîn ji dest dide û dibe mirova herî kêm a civakê ku mehkûmî koledariyekî herî berfireh tê kirin. Bê guman hemû koledariyên din jî bi koledariya jinan re girêdayî pêş dikeve. Lewma ger koledariya li ser şexsê jinan neyê dahurandin, koledariyên din jî nayên dahurandin. Yanî mirov dikare diyar bike ku ger koletiya li ser jinan neyê derbaskirin, dê koletiyên din jî neyên derbaskirin.

Bêguman gav bi gav kişandina jinan a ber bi civaka hiyaraşîk ve, hemû taybetmendiyên civakî yên bihêz windakirina, di civakê de şoreşa hember a herî bingehî ne. Zilamên ku bi rêya nêçîrê bihêz bûne û li derdora xwe komek rêxistinkirî, piştî ku vê hêza xwe ferq dike û dide pejrandin, di vî warî de hêdî hêdî jiyana rêk û pêk a jin-dayika kedkar dixe bi serweriya xwe.

Di vê babetê de her ku civak bi pêş de diçe ango (bi pêş dikeve) bi giranî di zilam de hêz kom dibe. Her ku di zilam de hêz kom dibe, di windakirina hêza jinan de bandoriyekî gelek mezin derdikeve holê.  Ger mirov bi rengekî rast li dîroka olên Rojhilata Navîn meyze bike, di serdema qilan, qabîleyan de, tê dîtin ku jin-dayik wekî kesa sereke yê avabûna hişmendiya civakê ve xwedî cihêkî gelek bi bandor e. Yanî jin-dayik kesa ku bi rola avakirina hafîzeya mezin a civakbûnê ve radibe û nirxan li derdora xwe kom dike.

(dê bidome)

Nûçeyên Têkildar